Artêşa Îsraîlê ketina nava gundên başûrê Sûriyeyê didomîne

Artêşa Îsraîlê duh êvarî jî kete gundewarên Quneytîra û Derayê û operasyonên destgîrkirin û kontrolkirinê pêk anîn. Piştre jî ber bi baregehên xwe yên leşkerî vekişiya.

Artêşa Îsraîlê ketina nava gundên başûrê Sûriyeyê didomîne
21 îlon, 2025   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzeke Îsraîlê duh êvarî li ser rêya di navbera Xan Ernebe û Orfaniya de ya li gundewarê Quneytîrayê de pêş de hat. SOHR’ê diyar kir ku hêza Îsraîlê ku ji 3 erebeyên leşkerî pêk dihat piştî rê, li nêzê têketina şitilgeha Mamûm bi cih bû û şênî kontrol kirin. Her wiha da zanîn ku leşkerên Îsrîalê şêniyek ji bajarokê Orfanyayê destgîr kir, piştre wî serbest berda.

Hate diyarkirin ku yekîneyeke din a artêşa Îsraîlê ket bajarokê Berîqayê û li kolanên wê geriya. Di heman demê de karwanekî leşkerî yê hêzên Îsraîlê ji girê El Ehmed ê rojhilat ber bi bajarokê Kodnayê bi rê ketibû malek kontrol kir, piştre vegeriya baregeha xwe.

Li gorî SOHR’ê, duh sibeha jî dewriyeyek hêzên Îsraîlê ketibû gundê Semdaniya rojhilat ê gundewarê navîn ê Quneytîrayê û bendek kontrolê ya demkî danîbû, piştre jî vekişiya.

Di 24 saetên dawîn de gelek tevgerên hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytîra û Derayê derketin. Leşkeran şivanek destgîr kiribûn piştre ew berda.

(bb)