3 hezar û 300 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di sala 2023’yan de 3 hezar û 300 bazirgan, bikarhêner û belavkarên madeyên hişbir girtine.

3 hezar û 300 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
1 ÇILE, 2024   15:20
NAVEDNA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya 2023’yan a têkoşîna li dijî madeyên hişbir weşand.

Li gorî bîlançoyê, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir hezar û 946 dosyayên têkildarî madeyên hişbir vekirine, 3 hezar 300 kes (172 bazirgan, 2 hezar û 165 bikarhêner, 963 belavkarên madeyên hişbir) hatin girtin. Her wiha hate diyarkirin ku 74. 557 kîlogeram kirîstal, 415. 32 kîlogeram heşîş, 428 şitilên heşîş (gihayê hişbir), 159 çixareyên heşîş, 648. 582 hebên hişbir, mîlyon û 636 hezar û 401 hebên captagon, 7.742 kîlogeram eroîn, 160 gram kokaîn, 107 paketên heşîş, 684 gram qembez, 21.907 derziyên hişbir hatin desteserkirin.

(bb)