Pêkhateyên Til Temirê ji bo guhertina demografiya herêmê çi dibêjin?

Dagirkerî, talan, dizî, koçberî, qetlîam û tecawiz û bi ser de jî demografiya herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de tê guherandin. Pêkhateyên ku li navçeya Til Temirê dijîn, helwestên xwe li dijî guhertina demografiyê anîn ziman û diyar kir ku ji bo çeteyan herêm tên avakirin.

Pêkhateyên Til Temirê ji bo guhertina demografiya herêmê çi dibêjin?
Pêkhateyên Til Temirê ji bo guhertina demografiya herêmê çi dibêjin?
Pêkhateyên Til Temirê ji bo guhertina demografiya herêmê çi dibêjin?
17 ÇILE, 2020   06:06
HESEKÊ - CÎHAN BÎLGÎN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Bi taybet êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Til Temirê û bajarê Eyn Îsa didomin û rojanê balafirên keşfê li ser van bajaran digerin. Di çarçoveya parastina rewa de li navçeya Til Temirê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr li ser xeta Xabûr herêmê diparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku hatine dagirkirin wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, gundewarên Zirganê û gundêwarên Til Temirê  bi dagirkirin, talan, tecawiz, qetlîaman re sînordar nema, demografiya herêmê jî diguherîne. Herêmên ku hatine dagirkirin, di encama guhertina demografîk de malbatên çeteyên tên bicihkirin, tabelayên zimanê kurdî tên rakirin, qeymeqam lê tên tayînkirin, dîrok û xwezaya herêmê diguherînin.

Têkildarî guhertina demografiyê pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan ên li navçeya Til Temirê helwestên xwe diyar dikin û dibêjin dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê giştî guhertina demografîk pêk tîne.

‘TALAN TÊRÊ NAKE, DEMOGRAFIYA HERÊMÊN ME JÎ DIGUHERÎNIN!’

Xamîsê Nayif ku ji pêkhateya Ereb e, ji gundê Şibliyê yê girêdayî navçeya Til Temirê ye ku niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Xamîsê ji ber êrişên dagirkeriyê neçarî koçberiyê bû û niha jî li gundê Til Nesrî dijî. Xamîsê anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker her tiştê wan dizîn, malên wan talan kirin û niha jî demografiya herêmên wan diguherênin. Xamîsê got: “Malên ku me bi kedeke mezin ava kirin, çete malbatên xwe tê de bi cih dikin. EM koçber kirin, niha li ser warê me ew dijîn. Em vê talanê qebûl nakin. Min temenê xwe giştî di gundê xwe de derbas kiriye ku ez naxwazim gundê min di bin dagirkeriyê de be. Em niha di odeyekê de 10 kes dijîn û rêya me tune ye. Zarokên me ji xwendinê bê par mane. Em bang dikin ku êdî bila hêzên navneteweyî çeteyan ji malên me derxin. Bila dewleta Tirk û çeteyên wê ji malên me derkevin û em di mala xwe de bijîn.”

‘GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ SIYASETA OSMANIYAN E’

Ji pêkhateya Suryan Cemîla Kako jî siyaseta dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û got: “Siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku îro li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, heman siyaseta dewleta Osmanî ya li dijî hebûna gelê Kurd, êzidî, Ermen, Suryan û Aşûriyan e. Armanca vegera dewleta Osmanî ev siyaset tê pejirandin. Dîrok bi êrişên dewleta Tirk a dagirker dîsa hat dubarekirin. Heger ji aliyê hêzên navneteweyî ve sînorek ji dewleta Tirk a dagirker re  neyê danîn, wê dagirkerî û guhertina demografiyê berfirehtir bibe. Ev deskeftiyên 9 salên şoreşê, dîroka herêmê û nasnameyên pêkhateyan di bin xetereya dagirkerî û guhertina demografiyê de ne. Li dijî vê guhertina demografîk, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

‘AVAKIRINA HERÊMÊN ÇETEYAN JI BO HEMÛ CÎHANÊ XETERE YE’

Ji pêkhateya Kurd Yusif Şehmûs Zawî ku ji bajarê Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûye, diyar kir ku li herêmên ku hatine dagirkirin, herêmên çeteyan tên avakirin û got: “Avakirina herêmên çeteyan xetereyeke mezin li pêş cîhanê giştî ye. Dixwazin demografiya herêmên me bi giştî biguherînin. Ev guhertina demografiyê li ser çar parçeyên Kurdistanê tê pêk anîn. Qirkirina gelê Kurd, Ereb, Suryan hedefa wan e. li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên Til Temirê malbatên çeteyan ên ji Idlibê û malbatên dewleta Tirk bi cih dikin. Divê raya gişyî  ya navneteweyî pêşiya guhertina demografiyê di herêmên me de bigire.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tCnTNndT5A4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>