‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’

Şehîd Yilmaz wiha ji dayîka xwe re got “Yadê, dema çûyîna bi hevlên xwe re li dijî artêşa Tirk li ber xwe bidim, hatiye” û berê xwe da Serêkaniyê. Şehîd Yilmaz beriya ku şehîd bikeve wiha dibêje: “Berxwedan berdewam e, em ê serî ji dijminan re netewînin, serkeftin pare me ye, paşê gihatş asta şehadetê û ket nava karwanên şehîdên Berxwedana Rûmetê.”

‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
‘Çawa ez ê li vir rûnêm dema ku hevalên min di çeperên şer de bin?’
13 kanûn, 2019   05:35
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR-AZAD SEFO

Di encama êrişên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran ciwanên herêmê parastina welêt kirin û bi vîna xwe tevlî nava berxwedanê bûn. Ji van ciwanan şehîd Delîl Ferhan e, yê ku di oxira parastina welat û li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe bide çek hilgirt.

Têkoşer Delîl Ferhan (Yilmaz Jînda) şervanekî navê xwe bi tînpên zêrîn xêz kir û berxwedaneke bêhemba li Serêkaniyê da jiyîn.

Di 9’ê Cotmeha 2019`an de artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe dan û efsaneyên bêhempa xêz kirin. Ji van qehremanan têkoşer Yilmaz e, ku di oxira parastina welêt canê xwe feda kir.

NAVÊ PISMAMÊ XWE RAKIR

Delîl Ferhan (Yilmaz Jînda) di sala 2000’an de li gundê Feqîra yê navçeya Zirganê ji dayîk bûye. 8 xuşk û 8 birayên Delîl hene. Malbata Yilmaz bi welatparêziya xwe tên naskirin.

Piştî Yilmaz bû 18 salî pismamê wî şehîd bû. Wê demê zêdetir xwesteka tevlîbûna nava QSD`ê bi wî re çêbû. Ji ber vê yekê şehîd Delîl tevlî Hêzên Xweparastinê bû. Hem navê pismanê xwe rakir û hem jî hezkirina welêt ji dil û bala wî dernediket.

Şehîd Delîl (Yilmaz) bi exlaqê xwe yê pak û jîrbûna xwe dihat naskirin, her dem di di nava hevlên xwe bi hezkirin û serkeftinên xwe dihat nasîn. Li gel ku tevlî nava pêngavên ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ragihandibûn, paşê têkoşer beriya êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 2 mehan erka xwe ya parastinê bi dawî kir.

Piştî QSD`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê têk birin, êdî aramî li herêmê misoger bû û jiyana yesayî raber bû, lê belê dewleta Tirk rehat rûnenişt û bi rêya çeteyên xwe pêkhateyên herêmê kirin armanc, da ku demokratîbûna li herêmê tune bike. Wê demê Yilmaz tevlî nava QSD`ê bû li dijî dijmin li xetên pêş li ber xwe da.

QSD`ê di parastina herêmê de roleke girîng lîst û li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dan. Ji ber vê yekê dema di 9’ê Cotmehê de artêşa Tirk dest bi êrişan kirin, şehîd Yilmaz beşdarî nava pêngava Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê bû û di lingê xwe de birîndar bû.

Diya şehîd Yilmaz Îlham Salih wiha tîne ziman: “Piştî Yilmaz erka xwe parastinê bi dawî, çend meh derbas bûn û dewleta Tirk dest bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Yilmaz wiha ji min re parve kir, yadê êdî dem hatiye ku ez bi hevalên xwe li dijî artêşa Tirk li ber xwe bidim û bi vî awayî berê xwe da Serêkaniyê.”

Dayîka Îlham got: “Piştî pismamê Yilmaz şehîd bû, Yilmaz biryara tevlîbûna nava Hêzên Xweparastinê da. Navê pismamê xwe rakir, gelek caran min jê re digot, were mal lê ji ser biryara xwe venegeriya û digto, parastina welat erka her kesî ye.”

Xuşka Yilmaz Jînda ya bi navê Cemîla Ferham got: “Yilmaz di nav mirovên me de bi hezkirin û safbûna xwe dihat nasîn. Yilmaz her dem digot, ji ber em xwedan îrade û armanc in, serkeftin pare me ye û em ê ewlehî û aramiyê ji gelên xwere bînin.”

‘BIRÎNDARIYA WÎ NEBÛ KELEM’

Şehîd Yilmaz di encama şerê li Serêkaniyê de, ji lingê xwe  birîndar bû. Ji ber vê yekê li nexweşxaniya bajarê Hesekê 10 rojan hat dermankirin, lê belê tevî birîndariya xwe ew jî vegeriya nav hevalên xwe û li dijî artêşa Tirk li ber xwe da.

Birayê şehîd Yilmaz ê bi navê Cemîl Ferhan wiha parve kir, piştî Yilmaz ji lingê xwe birîndar bû, her tim ji me re digot: “Ez ê çawa li vir rûnêm û hevalên min di çeperên şer de ne?! Divê ez vegerim û li gel hevalên xwe bim, êdî debara wî nema û Yilmaz berê xwe da Serêkaniyê.”

BERIYA ŞEHADETÊ BI ÇEND SEATAN SLOGANA "BERXWEDAN JIYAN E" BERZ KIR

Birayê şehîd Cemîl destnîşan kir ku şehîd Yilmaz domdar slogana"Berxwedan jiyan e"berz dikir û beriya şehadetê bi min re axivî û got: “Berxwedan berdewam e, em ê serî ji dijmin re netewînin, serkeftin her para me ye.”

Şehîd Yilmaz wekî bi dehan şervanên di nava berxwedanê û paratina welêt de cihê xwe girt.

Hevalê şehîd Yilmaz ku di çeperên şer de li gel hev bûn, Cekdar Feqîra wiha got: “Ez û şehîd Yilmaz li gundekî bi hev re mezin bûn û di nava malbatên xwe de em hînî hezkirina welat bûn. Ji ber vê yekê piştî têkoşer Yilmaz tevlî nava berxwedanê bû, ji min xwest ku ez jî tevlî nava berxwedanê bibim û paratina welêt bikim.”

Hevalê şehîd Yilmaz Cekdar, soza şopandina rêya hevalê û pêkanîna armancên ku Yilmaz di oxira wan de canê xwe dayê, da.

Di encama êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şehîd Yilmaz Jînda tevî çend hevalên xwe li gundê Um El-Kêf ê bajarê Tiltemrê gihaştin asta şehadetê û bi vê yekê di nava Berxwedana Rûmetê de şopa xwe hiştin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i36-I9qGF4M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>