Çar dagirker yek dijmin

Dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye ku di navbera wan de nakokiyên nayên çareserkirin hene lê li dijî Kurdan û li ser Kurdan polîtîkayên hevpar dixwazin bi pêş bixin û rastiyê berovajî bikin.

Çar dagirker yek dijmin
18 mijdar, 2019   05:20
HÊVÎ HESEN

Sala 1975`an bi pêşengiya DYA`yê li Cezayîrê her çar dewletên dagirker hatin cem hev û hevpeymana veşartî ya ku Kurdan bê statû bihêle, mohr kiribû.

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewime, 4 dewletên dagirker (Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye) careke din ketine nava lêgerîneke nû ya “qirkirina Kurdan”.

Îran lêgerîn û daxwazên Kurdan bi sêdaran dixwaze biçewisîne.

Iraq ku gelek cudahiyên mezhebî û şerê desthilatdarî yê DYA-Îranê li qadê tê meşandin, careke din ji bo bikare bibe hêzek, li rê û rêbazên ku federasyona Kurdan ji destûra bingehîn derxe, digere.

Sûriyê piştî şerê navxweyî yê 9 salan bi destpêkirina nîqaşên çareseriyê re, wek hêza herî mezin a siyasî û şer Kurdan, dixwazin derveyî vê pêvajoyê bihêlin.

Dewleta Tirk ku hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan daye avakirin, ji bo qirkirina siyasî û fîzîkî ya Kurdan her cure bazarê dike.

Desthilata Erdogan heta niha 23 şaredariyên HDP’ê desteser kirine û hevserokên wan girtine. Di berfirehiya operasyonên qirkirina siyasî de bi deh hezaran Kurd kirine zindanê.

Biryarên dijmin, di hundirê sed salên dawîn de bi hevkariyên demborî û demkî li dijî Kurdan veguherandine êrişeke topyekûn ya tunekirinê.

Statuya ku Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi dest xistiye, dîsa li Rojava pergala ku dane avakirin û li Bakurê Kurdistanê di rêveberiyên xwecih de destkeftiyên demokratîk ên birêxistinkirî, hemwext û plansazî vediguherînin “çarenûseke hevbeş” a têkbirinê.

Bêyî ku mirov kûr û dûr biçe, di navbera van hêzan de ji sala 2017`an ve hevdîtin û rêzeziyaretên wan binere, dikare gelek mijaran eşkere bike.

Serokê fermandariya giştî ya Îranê Muhammed Bakirî, di 15 Tebaxa 2017’de 3 serdan pêk anîn. Ji hêla generalekî Îranî ve piştî 38 sal şûnde ji ber ev serdan pêk hat, gelekî girîng bû. Bakirî, bi serokê fermandariya giştî ya Tirk Hulusî Akar û Erdogan re hevdîtin pêk anîn.

Her du aliyan piştî hevdîtinê daxuyaniyên ku dane wiha ne:

“Di hevdîtinê de hemû rêxistinên terorî yên ku ewlehiya herêmê dikin xetereyê û gef lê dixwe bi têkoşîneke hevpar û li Başûrê Kurdistanê referanduma 25’ê Îlona 2017’an de pêk hat, bûne mijar.

2`yê Cotmeha 2017’an Hulusî Akar çû Tehranê. Armanca vê serdanê jî “ewlehiya herêmê û li dijî terorê têkoşîna hevpar” bû.

Îran li Rojhilata Navîn tevgerên şîî, dewleta Tirk jî tevgerên sûnî, selefî û çeteyên sûnî-cîhadîst destek dike. Lê raxmê van dijberiyên kur, kesên weke “teror û terrorist” bi nav dikin bêguman gelê Kurd e.

Erdogan li gorî vê armancê ku anî ziman ku 4’ê Cotmeha 2017`an ji bo serdanê çû Tehranê. Armanca serdanê bi van gotinan eşkere kir: “Em bi Îranê re xwedî têkilîne nêz in û ev serdana me jî ji bo têkoşîna bi terorîzmê re ye, hebûna terorîstên li Qendîlê girîng e û ji hêla herêmê de em ê li ser van her du mijaran dan û standin bikin.”

Di serdana Erdogan ya Îranê de serokê MÎT’ê Hakan Fîdan û alîkarên wî jî cih girt. Di çerçoveya van hevdîtinan de, li Tehranê civîneke gelekî girîng hat lidarxistin.

Berpirsên îstîxbaratên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bi rojeveke veşartî “li dijî Kurdan helwesteke hevbeş” civînek pêk anî. Yên beşdarî civînê bûn, ji Tirkiyê serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, berpirsyarê ewlekarî yê Iraqê Falîh Feyaz û berpirsyarê îstîxbarata Sûriyê Elî Memlûk û serokê îstixbarata Îranê bûn.

Di civînê de, der barê destkeftiyên Kurdan li çar dewletan de ji bo pêşxistina polîtîkayên hevpar li hev kirin. Encamê lihevkirinê wiha ye:

- Rojava ji binî ve tesfiye kirin.

- Li Başûrê Kurdistanê avabûna federal a heyî ji holê rakirin û bajarên Kurdan wek wîlayet bi Bexdayê ve gire bidin, biryar hate dayîn.

- Plansaziyên rayedar û îstixbaratên dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ya li ser bingehê li dijî Kurdan îro jî berdewam dike.

Serokkomarê Sûriyê Beşar Esad, 20’ê Gulana 2019’an ev daxuyanî da: “Desteya Sûriyê û Hakan Fîdan ewil li Tehranê hevdîtin kirin, piştre jî li ser deriyê sînor ê Keseb hevdîtin pêk anîn.”

 Li Başûrê Kurdistanê cihên nû yên arteşa Tirk dane avakirin. MÎT piştî Hewlêrê xwe li Silêmaniyê jî bi cih kir û dagirkirina Rojava û bombebarana Şengalê, ev hemû jî pêşketinên bi hevdu ve girêdayî ne.

ANHA