‘Bi saya şehîdan, gelan azadiya xwe bi dest xist’

Şêniyên Minbic û gundewarên wê sersaxî ji malbata du şehîdan re xwestin û diyar kirin ku bi saya keda şehîdan şêniyê herêmê bi ewlehî û azadî dijîn.

‘Bi saya şehîdan, gelan azadiya xwe bi dest xist’
‘Bi saya şehîdan, gelan azadiya xwe bi dest xist’
‘Bi saya şehîdan, gelan azadiya xwe bi dest xist’
‘Bi saya şehîdan, gelan azadiya xwe bi dest xist’
‘Bi saya şehîdan, gelan azadiya xwe bi dest xist’
‘Bi saya şehîdan, gelan azadiya xwe bi dest xist’
10 mijdar, 2019   12:53
MINBIC

Îro bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û sersaxî ji malbatên Mihemed Hisên El-Casêm (Mihemed Minbic) û Berq Ebd El-Fetah Hezûrî (Firat Minbic) ên di berxwedana Rûmetê de şehîd bûne re, xwestin.

Di merasîmê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Mibicê û gundewarên wê amade bûn. Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên cangoriyan rakiribûn û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz dikirin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Werde El-Ehmed axivî û got: "Serê me û serê malbatên şehîdan sax be, yên ku zarokên xwe di oxira parastina gel û namûs û welat de dane."

Piştre bi navê rêveberiya meclisên herêmî li Minbicê û gundewarên wê Sîham Himêdî wiha axivî: " Şehîdên leheng ji bo azadiya welatê xwe û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin û dilê me bi çûyîna xwe êşiya. Em dayikên ku qehremanên ji mirinê natirsin anîne, silav dikin." 

Merasîm bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Rûmetê, bidawî bû.

ANHA