Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin

Şêniyên gundên li ser  sînor ên Kobanê da ku malên xwe sererast bikin, vegeriyan.  Lê gelek jî bi sedema êrişên dewleta Tirk a daker ku malên wan hilweşîne, hîna koçber in.

Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
Gundiyên Kobanê ku malên wan ji ber bombebarana Tirkiyê rûxiyan, sererast dikin
5 mijdar, 2019   10:51
KOBANÊ – SAMIR OSMAN – ŞÎLAN MIHEMED

Şêniyên gundewarên kantona Kobanê bi israr in ku di malên xwe yên nêzî sînorê Tirkiyê de bimînin ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine topbarankirin.

Gelek malên li gundên rojava û rojhilatê Kobanê yên li nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin bombebarankirin û di encamê de gelek mal hatin rûxandin û bi dehan kes birîndar bûn.

Li her gundekî ji gundên sînorê yên li Kobanê, zêdetirî 2 mal ji ber êrişên Tirkiyê û çeteyan hatin rûxandin.

Nexweşxaneya Kobanê rewşên 19 sivîlên ku li gundên sînor ji aliyê artêşa Tirkiyê birîndar bûne ku piraniya wan jin û zarok in belge kirin. Di vî warî de ajansa me hin wêneyên wan bi dest xistin.

Zozan Mistefa dayîka 5 zarokên li gundê Kor Elî ya nêzî sînorê Tirkiyê û Tirkiyê û 15 km rojavayê kantona Kobanê ye, got ku ew li mal bûn dema ku gundê wan hate bombebarankirin.

Zozan bêdengiya cîhanê ya li beramberî êrişên Tirkiyê li dijî herêmên ewle şermezar kir.

Gundên Kor Elî, Sêlim, Dikmedaş, Aşmê, Çeloxilî, Çarqlî, Cibnê, Ziyaret, Zormixar, Xerab Eto û Sûsan ji gundên rojava yên bajarê Kobanê ne ku herî zêde hatin bombebarankirin.

Rende Mistefa dayikeke temenmezin  ku ji gundê Kor Elî ye wiha dibêje: "Beriya bombebarana Tirkiyê, em bi ewle bûn. Lê piştî bombebaranê  bi zorê me karî jiyana zarokan rizgar bikira."

Gelek gundên li rojhilatê bajarê Kobanê  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombebarankirin. Ji ber vê yekê neçar man dûrî sînor û ber bi başûr ve koçî bibin.

Ismayîl Bozo ji gundê Mersmêlê yê li beramberî sînorê Tirkiyê û Sûriyê ku 7 km dikeve rojhilatê kantona Kobanê, wiha got: "Şer hîna dewam dike. Ji ber dewleta Tirk agirbestê li gelek herêmên Sûriyê bin pêk dike."

Bozo wiha domand: "Hin şênî vegerîn malên xwe (li gundên sînorê yên Kobanê), hin ji wan malên xwe yên hatine bombebarankirin, sererast dikin û ketin malên xwe.".

Gundê Mersmêlê yek ji gundên ku êrişên Tirkiyê lê dubare dibin û li kêleka wê jî li dijî gundên Qeremûx, Elîşar, Xerebîsan, Koran û gundên din pêk tên.

Bozo bang li şêniyên herêmê kir ku li pêşiya êrişên Tirkiyê li ber xwe bidin. Ji ber dewleta Tirk  hewl dide demografiya herêmê biguhere, çeteyan ji herêmên cuda bîne, li bajar û gundên li ser sînor bicih bike.

Tevî vegera hin sivîlan li gundên li ser sînor jî, lê piraniya sivîlan ditirsin ku vegerin. Ji ber malên wan nêzî sînor in û ji guleyên artêşa Tirk a dagirker ditirsin. Ji ber ku artêşa dewleta Tirk a dagirker der barê binpêkirinan de nayê lêpirsînkirin.

Her wiha bi dehan mal hene ku hemû hatine rûxandin ku şênî nikarin sererast bikin. Ev yek jî koçberan neçar dike ku li gundên din bijîn an jî li malên li bajarê Kobanê bimînin.

(jo)

ANHA