Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin

Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek radestî Buroya Komseriya Netewên Yekbûyî ya karûbarên koçberan a li bajarê Qamişlo kirin, da ku bigihînin sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres. Şêniyên di nameyê de xwestin bi garantî vegerin malên xwe û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji herêmên wan werin derxistin.

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî nameyek ji Guterres re şandin
4 mijdar, 2019   15:05
QAMIŞLO

Çalakiya şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku neçar man ji malên xwe derbikevin, li pêşiya navenda Komseriya Netewên Yekbûyî ya karûbarên koçberan a li bajarê Qamişlo, di roja 8`an de ye. Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk û şêniyên navçeya Çilaxa serdana konê çalakiyêp kirin.

Piştre berê xwe dan navenda Komseriyê ya NY`yê. Yek ji şêniyên Serêkaniyê bi navê Keder Hisên nameya têkidarî êrişên artêşa Tirk û armanca lidarxistina çalakiyê bi zimanê kurdî xwend, her wiha Hemrîn Xelef bi zimanê erebî xwend.

Hemrîn Xelef got: "Koçberên ji Serêkaniyê yên ku bi darê zorê ji malên xwe derketine, hêj li pêşiya Navenda Komseriya NY`yê y karûbarên koçberan a li bajarê Qamişlo ya Bakurê Sûriyê çalakiyê didomînin û banga vegera li malên xwe û derxistina artêşa Tirk û çeteyên wê dikin. Îro şêniyên bajarê Girê Spî û Serêkaniyê nameyek pêşkêşî NY`yê kirin û banga destwerdan û qedexekirina guhartina dîmografiya herêmê kirin."

آavaroka nameyê wiha ye:

 ‘‘Birêz sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres:

Bajarê me Serêkaniyê yê ku bi pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin, ji aliyê dewleta Tirk û komên terorîst ên yên girêdayî wê ve bi çek, tank û balafiran tê hedefkirin. Di êrişê de piranî sivîl hatin armanckirin, di nava de karwanê ku di 13`ê Cotemaha 2019`an ber bi Serêkaniyê ve diçû hedefgirtin û di qada navdewletî isbat bû, ku bi fosfora spî anku bi çeka qedexekirî hate topbarankirin.

Em bi aramî dijiya her wiha me xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku ji destpêka di sala 2014`an de hate ragihandin, birêxistin kiribû, di heman demê de em ê êşa ku di sala 213`an de gelên me kişandin ji bîr nekin, ku komên terorîstan ên Cebhet El-Nusra û komên terorîst ên din êrişî me kirin. Piştî çend salan ji aramî û ewlehiyê dewleta Tirk û komên terorîst careke din êrişî me kirin. Niha em li derveyî bajar û gundên xwe dijîn, rewşa me kampax e û bi hezaran zarok û jin, pîremêr wê war in, nexasim werza zivistanê tê.

Birêz sekretêrê giştî:

Piştî ji ber topbarana dewleta Tirk em neçarî derketinê bûn, niha bajarê me wêrankirî ye û kes lê nemya, zêdetirî 33 hezar û 500 kes koçber bûn û li pêşiya çavên dewleta Tirk û fermana wê, mal û milkên şêniyan wêrankirin. Li ser vî esasî em kiryarên hovane red dikin û banga vegera li welatê xwe yê dîrokî dikin, her wiha çeteyên dagirker ji warên me derbikevin, nexasim ku dewleta Tirk hewl dide kesên biyanî li warên me bi cih bike û nasnameyên me ji bistîne, ev bi serê xwe qirkirina etnîkî û dijbertiya qanûnên navdewletî ye, ji ber vê yekê em red dikin, ku dewleta Tirk projeyên wiha ava bike û bang li sazî û we dikin ku yekser destwerdanê bikin û rê li pêşiya van kiryarên xeternak bigirin.

Em dixwazin li mal û gundên xwe vegerin, her wiha bang li we dikin ku hûn garantiya vegera li malê bidin, ji ber baweriya me bi Tirkiyê  û çeteyên wê nayê, her wiha em naxwazin guhartin di dîmografiya herêmê de çêbibe, ji ber vê yekê em bang li we dikin, bi hêvî ne ku hûn piştgirtiya me bikin, ji ber ji erka we  exlaqî û wijdanî yê herî mezin di cîhanê de ye.

Tê zanîn ku QSD`ê piştî çend salan ji êş, azar û çewisandina çanda me, di sala 2015`an de Girê Spî ji DAIŞ a terorîstî rizgar kir.

Rizgarkirina herêmên me bûyeke girîng û dîrokî bû bi taybet ku ji me re aramî peyda kir. Em bi tevahî pêkhateyan bi hevre di nava çend salan de bi aramî dijyan. Me xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe di nav sîstema rêveberiya sivîl  de û li gorî xizmeta gelê xwe ava kir. Roleke  mezin da wan piştî ku çend salan ne amade bû. 

Dewleta Tirk a dagirker 9`ê Cotmehê bêyî tu sedem yan jî qanûn êrîşî herêmên me kir. Gelê me koçber kir. Em niha li dervî herêm û gundên xwe ne. Ev yek jî ji bo ku armancê xwe qirkirina etnîk de pêk bîne. Gelê me ji ber êrîş û hilweşandina ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava rewşên zehmet de, dijî.

4 hezar û 500 malbat hatin koçberkirin, ji wan 3 hezar û 500 li Reqa, 500 li Tebqa û 300 jî li Kobanê

Em weke Meclisa Sivîl a Girê Spî ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Em hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyênwê "Rêxistina DAIŞ" û komên terorîst, red dikin. Em bang li NY`yê dikin ku wan kesan ji herêmên me derxînin û gelê me bi aramî li herêmên wan vegerîne her wiha derfet bidin wan ku li ser xaka dîrokî bijîn.

Em kiriyarên dewleta Tirk ji guhertina nasnameya herêmê ya resen û bicikirina kesên ji derve li mal û bajarên me, red dikin. Em bang li we dikin hun nehêlin bajarên me bibin navendên çete, terorîst, malbatên wan û dagirkeriya Tirkiyê. Her wiha em bang li NY`yê dikin ku erka xwe ya exlaqî û mirovî der barê bûyerên li herêmên me diqewimin, pêk bîne.

Em pêkhateyên herêma Girê Spî em ê têkoşîna xwe heta derxistina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, dewam bikin. Me hevdîtina we ya bi kujirê  jin û zarokê me re "Receb Tayyîb Erdogan" re şopand da we îqna bike ku rawabûnê bide dagikirina xwe ya ji xaka me re.

Em ji we dixwazin û bi rêya civaka navdewletî nehêlin dewleta Tirk êrîşên xwe rewa bike û helwdanên wê ku rêxistina NY`yê beşdarî projeya Tirkiyê bike, erê neke. Armanca dewleta Tirk demografiya kantona Girê Spî, biguhêre.

Em bi darê zorê ji malên xwe derketin. Ev yek ne li gorî zagon û pîvanên navdewletî ye. Ji ber wê em bang li we dikin ji ber hûn nûnertiya zagon û exlaq di cîhanê dikin ku kiriyarên dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê û li gorî nirxên exlaq, wijdan û mirovahiyê, bisekinînin. Em weke şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo ji beriya çend rojan di bin konê çalakiyê de ne. Em ê çalakiya xwe berdewam bikin heta ku bersivekî ji hezretî we bigrin."

Paşê şandeyek ji çalakvanan derbasî navenda Karûbarên Koçberan NY`yê bûn da ku name pêşkêş bikin.

Di vê der barê de çalakvana bi navê Hemrîn Xelef ku derbasî navenda NY`yê bibû got wan name adestî buroya NY`yê kir da ku ew jî bi rêya xwe radestî sekretêrê giştî bikin. Her wiha diyar kir ku helwesta aliyên NY‘yê erênî bû û soz da ku ew ê nameyê radestî aliyên peywenîdar li NY`yê bikin û ew amade ne ku bi hemû şêwazan destek bidin wan.

(bx/eh)

ANHA