Li Qamişlo û Dêrikê ji malbatên şehîdan re sersaxî hate xwestin

Şêniyên Qamişlo û Dêrikê ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî xwestin.

30 cotmeh, 2019   20:13
NAVEND NÛÇEYAN

DÊRIK

Li herêma Dêrikê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê Hacî Kortş (Zana Amed), Zubêr Bokar (Mehrem Ferhad), Şiyar Lewend (Şervan Gabar), Merziyan Mêranî (Denîz), Rojîn Ebdulqadir (Mîdya Şoreşger), Fetme Dalman (Nûhal), Asra Arşemîd (Denîz), Sosin Yuksel (Fadil Mîran Nêrgiz), Rêzan Hilalî (Demhat Kara), Mihemed Murad (Dilgeş Çîlo) û Michim El-Dibo sersaxî hate xwendin.

Merasîmê sersaxiyê li ber navenda ciwanan a Şehîd Bawer hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Zanayên Oldar û Meclisa Navçeya Tik Koçer axaftin hatin kirin,

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û piştgiriya bi QSD‘ê hate destnîşankirin.

Hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê destkefiyan bi keda şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û xwedî li şehîdan derkevin. Piştî axaftinana nasnameyên şehîdan hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo ji malbatên şervanê QSD‘ Şevger Ehmed (Siyamend Qamişlo) yê di 27`ê Cotmehê de li bajaroka Zirganê şehîd bûye, Şervanê Hêzên Xweparastinê Zekeriya Xelîl ê di 26`ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo şehîd bûye, Şervana YPJ`ê Sîma Al Sûdî (Dilvîn Qamişlo) ku di 11`ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûye`` re sersaxî xwestin.

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Delîl Saroxan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate vedan û bi wêneyên şehîdan û alên QSD, YPJ û Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Merasîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Gulo ku dayika Şehîd Rêzan e axivî, got:`` Ger dayika şehîdan ne lehengbana, leheng ne dianîn dunyayê, em ne tenê şerê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusre û DAIŞ`ê dikin, lê belê em şerê hebûn yan tunebûnê dikin.``

Necah Gulo daxuyakirin ku`` Me bi hezaran şehîd dane û em hîna ji bo bersivdayîna êrîşên têne ser me yên dagirkeriya Tirk şehîdan didin, divê gelê Kurd taybet û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî di vê qonaxê de refên xwe bikin yek.``