Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat

 Dema mirov derbasî dibistanên ku koçberên Serêkaniyê lê bi cîh bûne dibe bi çavên koçberan re rû bi rû dimînê. Çavên wan li rê ye ji bo vegera warên xwe.

Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
Di dibistanan de koçbertî… zarok, jinên ducanî û malbat
30 cotmeh, 2019   06:50
HESEKÊ – MURADA KENDA – SILAVA EBDUREHMAN

Di sedsala 21’emîn de li ber çavên mirovahiyê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê êrişên hovane tên kirin. Di 9`ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagiker û çeteyên giredayî wê li ber çavên cîhanê hemû bi teknîka herî pêşketî û çekên qedexekirî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Xelkê Serêkaniyê jî bi hêsirê çavan neçar man ji warê xwe derkevin ji bo careke din nebin hedefa êrişên dagirkeran.

Li Hesekê zêdetirî 300 hezar koçber bi cih bûnê. Ev koçber ji ber sedema kêm derfetan di dibistanên herêmê de dimînin. Temenên koçberan di navbera 0-85 saliyê de ne. 18 zarokên ku malbatên wan an winda ne yan jî di şer de şehîd ketine hene. Gelek jinên ducanî jî di dibistanan de neçar mane zarokên xwe di dibistanan de bînin. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn wan ewlehiya dibistanan diparêzin.

300 dibistanên Hesekê niha bûna qada jiyanê ji bo koçberên Serêkaniyê. 86 hezar zarok bê xwendin, 5 hezar mamoste jî bê kar mane. Li Serêkaniyê zêdetirî 200 dibistan wêran bûne.

Tişt hemû bikşînin bila cîhan şerm bike…

Me jî serdana dibistanên ku niha koçberên Serêkaniyê lê dimînin kir. Di her dibistanêkê de zarok li ser masayan rûniştine. Dayîk, bav jî çavên wan li dêriyê dibistanê ne. Bêguman li benda vegera warê xwe ne yan jî li benda mizginiyekê ne. Çawa em derbas dibin dayîk li derdora me kom dibin û tenê digotin hemû tiştî bikşînin û bila cîhan heger şeref bi wan hebe şerm bikin. Her çiqas êrîşên hov li ser xelkê Serêkaniyê hatibe û tê jî lê hîna jiyana xwe ya hevbeş wekî ku parçeyek ji laşê wan e berdewam dikin. Hin bi zarokan, hin bi xwarinê hin jî parvekirina êşan re mijûl dibin. Bendewariyên xwe diyar e ku naxwazin jiyana xwe di dibistanan de  temam bikin. Ji ber ku hemû bi hêzeke xurt  li benda vegera warê xwe ne. 

Xwîn ji ber çavên zarokan naçê

Zarokên Serêkaniyê jî ji koçberiyê û êşê bêpar neman. Zêdetirî 4 hezar û 640 zarok ji Serêkaniyê koçberî Hesekê bûne. Zarokê bi navê Abdîn Mehmûd Hesen ê ku bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker de rû bi rû maye behsa hestên xwe dike: "Em li gundê xwe bûn ji xwe er rûnişt bûn. Du balafir li ser me geriyan. Heta ku me got dibe ku balafir ên sivîlan be. Lê bi carekê rabûn û xelk rêviyan. Dengekî gelek bilind hat û balafir dibistan bombebaran dikirin. Em jî ji xaniyên xwe derketin. Li rêya ser Hesekê dîsa dewleta Tirk bi obusan êrişî me kir û gelek sivîl şehîd bûn û brîndar bûn. Li ber çavên min ev tişt çê bûn.  Tenê ez rûniştim û giriyam. Ev xwîn ji ber çavên min naçe. Em neçar man ku li çolê rakevin lê dîsa jî dengê balafiran her diçû nêz dibû.  Em reviyan gundekî heya ku me xwe xilas kir."

Xeyalên zarokan bila bijîn

Abdîn daxwaza xwe anî ziman û got: "Dixwazim Serêkaniyê vegerê ji bilî vegera Serêkaniyê em tiştekî naxwazin. Zarok dîsa wekî berê bila bijîn. Xeyalên zarokan hene…"

‘Zaroka min li warê xwe nayê dinê’

362 dayîkên ducanî di dibistananên Hesekê de hene. 584 zarokên şîr di nav ewqas zexmetiyan de xwe bi jiyanê ve girêdidin. Waid Deham ji Serêkaniyê ye 9 mahî ducanî ye. Ji ber top û balafirên dewleta Tirk neçar ma ku ji warê xwe derkevin. Waid tîne ziman ku warê wan ewletir bû û dibejê: "Em di nav aramiyê de bû, piştî ku çete êriş kirin jiyana me bi giştî tev li hev bû. Me her tişt li dû xwe hiştin û her tiştê me niha talan kirine.  Em bi malbata xwe re di mal de bûn balafir êriş kirin û hevjînê min li wir ma. Du tiyên min di destê çeteyan de ne û heya niha tekildarî rewşa wan tu agahiya me tine ye. Min dixwast di aramiya me de zarokên min bên dinyayê, lê mixabin di nav şer û dûrî warê xwe de têne dinê. Tenê em aramiya xwe ya berê li Serêkaniyê dixwazin."

‘Rojek ji temenê min bimîne jî em ê vegerin’

Waid diyar kir ku dewleta Tirk wan koçber kir û koçberên din li warên wan bi cîh kirine û wiha domand: "Ew mal, ax û bajarê me ye. Heger rojek ji emrê me bimînê jî em ê vegerin. Mafê tu kesî tine ye, ji malên me derbixînin û me koçber bikin. Em ê vegerin û wan çeteyên hov jî ji bajarên xwe dernixînin.  Ev bûyerên ku li ser me hatine ez ê ji zarokên xwe re parve bikim da ku dîroka xwe ji bîr nekin. Bila hemû cîhan bi exleqî tev bigerin û bi erkên xwe rabin. Tiştên ku Erdogan di herêmê de dike li dijî exleqê ne."

‘Em ji  êrişên wan em natirsin’

Suut Cabar ji Serêkaniyê ye û 50 salî ye di warê xwe de diman. Niha bi 10 kesan re di fêrgehekê de di dibistanê de dimîne. Kêm derfetî, astengî ne xema wî ye tenê çavên wî li televîzyonê ye û rewşa Serêkaniyê dişopînê. Cabar dibejê ku ev 9 sal in di nav gefan de jiyana xwe didomandin û got: "Bi hovîtiyek mezin êrişî me kirin. Çend car in em ji axa xwe neçar dimînin derkevin û vedigerin. Li hemberî êrişan hemû em ji wan natirsin. Heger bê balafir û çekên qedexkirî êriş kiribana, wê sed salî jî nikarîbûna Serêkaniyê dagir bikin. Li dijî teknîka pêşketî hemû berxwedaniyek gelek mezin me nîşan dan. Divê ji hovîtiya Erdogan re çareyek bê dîtin."

`Rojek, mehek û salek be jî em ê wan ji herêmên xwe derxînin`

Cabar bal dikşîne ser hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve û got: "Armanca wan jî ew bû ku sivîlan derxînin û çeteyên xwe di herêmê de bi cih bikin. Heya nuqteyek xwîn di laşê me de heye em ê li berxwe bidin. Rojek, mehek û salek be jî em ê wan ji herêmê xwe derbixîn. Li ser me dewlet hemû biryaran didin û vîna gelê me nahesibînin.  Ne ji me ba wê DAIŞ`ê cîhan hemû xerab kiriba. Bi serkeftina hêza me niha dewlet hemû li dijî me bûne yek. Jiyana me li vir berdewam nake ji be rem ê vegerin welatê xwe. Em dixwazin niha di vê deqeyê de vegerin warên xwe. Ez 50 salî me, li Serêkaniyê dijîm û rojekê di navbera me û pêkhateyên Ereb, Suryan, Ermen de tu pirsgirek derneketiye. Tu cudahî di navbera me de tine ye."

ANHA