Bîlançoya şer û Berxwedana Rûmetê ya 24 seatên dawî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û Berxwedana Rûmetê ya 24 saetên dawî eşkere kir.

Bîlançoya şer û Berxwedana Rûmetê ya 24 seatên dawî
29 cotmeh, 2019   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî agirbestê û tevgerîna QSD’ê li gor agirbestê dîsa di êrişên xwe de berdewam in û agirbestê bin pê dikin. Her wiha artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li tevahiya enîyan êrişan pêk tînin.  Di van êrîşan de welatiyên sivîl bizanebûn dike hedef û qetil dike.

Eniya Dirbêsiyê û Ebû Rasên:
Li gundên Um Eşpa, Bab El Faraç, Emirad, Til Qertel, Sê Neqliyê Dawidiyê, Bab El Xêr û Mirêkis artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş pêk anî. Di encama bersivdana QSD’ê ya di çarçoveya parastina mafên rewa de 2 erebeyên doçka li ser, 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin û 47 leşker û çete hatin kuştin

Eniya navbera Serêkaniyê û Til Temir:
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Eltewîla, Erîşa û Leylan kir. Di encama bersivdanê de 14 çete û leşker hatin kuştin.

Eniya navbera Girê Sipî û Eyn Îsa:
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Qandiriyê, Besriyê, Xirbet Faris û Ebu Xerza kir. QSD’ê bersiv da van êrişan û 19 çete û leşker hatin kuştin û piranî jî birîndar bûn.

Di encama bersivdayina QSD’ê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi giştî 2 erebeyên doçka li ser, 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin û 80 leşker û çete hatin kuştin. Her wiha jî şerevenek QSD’ê bi lehengî şer kir û şehîd bû, 8 hevalên dîtir jî birîndar bûn.