Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyên şervanên QSD`ê Mihemednûr Abdulleh û Amar Faris, di nava sloganên berdewamkirina berxwedanê li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeyê oxir kirin.

Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
22 cotmeh, 2019   10:44
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cenazeyên şervanên QSD`ê Mihemednûr Abdullah(Sason), Amar Fars(Îrîş Amûdê)li Goristana Şehîd Îsmaîl a li navçeyê oxir kirin. Her du şervan di 18`ê Cotmehê de li bajarê berxwedanê, bajarê Serêkaniyê şehîd bûne.

Girseya gel tevî şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên civaka sivîl, cenazeyên şervanan ji Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergertin û ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve çûn.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, ser navê Meclisa Zagonsaz a herêma Cizîrê hevserokê meclisê Hisên Ezam axivî û got Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) tekane hêza parastina herêmê dikin, her wiha dikarin li dijî artêşa Tirk li ber xwe bidin.

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya her 2 şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin. Şehîd Mihemednûr Abdullah û Amar Faris di nava sloganên"Bijî berxwdana QSD`ê, berxwedan jiyan e" hatin veşartin.

(eh)

ANHA