Noam Chomsky banga ‘Tirkiyê boykut bikin’mohr kir

Profesor Noam Chomsky, David Graber û Brian Eno tev li sedan akademisyan û hunermendên cihanê bûn û banga `Tirkiyê boykut bikin` morh kirin.

Noam Chomsky banga ‘Tirkiyê boykut bikin’mohr kir
21 cotmeh, 2019   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera “Tirkiyê boykut bikin” bang li akademisyan, hunermend û rewşenbîrên cîhanê kir ku li dijî êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û çalakiyên akademî0, hunerî û çandî yên ku hikumeta Tirkiyê li derve û hundir sponseriya wê dike, boykut bikin.

David Graber ji malpera The Canary a birîtanî sedema desteka xwe ji vê bangê re û boykutkirina Tirkiyê şîrove kir û got: "Rojava minareya hêviya gelên cîhanê ye. Niha li hember qirkirinê rû bi rû maye. Wek mirov ji me tê xwestin ku li aliyekî nesekinin."

Hemleya akademîsyanan û hunermendan banga boykutkirina zanîngehên ku Tirkiyê desteka wê dike.

Her wiha bang li tevahiya cîhanê kirin ku şîrket û saziyên ku Tirkiyê desteka wan dike boykut bikin.

(şx)