Artêşa Tirk gundê Hikmiye yê Suryanan ê li Dêrikê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundê Hikmiye yê ku pêkhateya Suryan lê dimîne û li bakurê bajarê Dêrikê ye, topbaran dike. Her wiha topek li qada navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gund ket.

Artêşa Tirk gundê Hikmiye yê Suryanan ê li Dêrikê topbaran dike
17 cotmeh, 2019   13:48
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser  herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê didomîne û bajar û gundên li ser sînor bi çekên giran topbaran dike.

Artêşa Tirk gundê Hikmiye yê li bakurê bajarê Dêrikê ku pêkhateya Suryan lê dimîne, topbaran kir. Heta niha gelek top li gund ketine.

Tevî ku topek li navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ketiye, lê tu ziyan pêk nehatin.

Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA