Dagirkeran li 4 gundan derbên giran xwarin

Şervanên QSD‘ê li 3 gundên di navbera Til Temir û Serêkaniyê  de çalakî pêk anîn û gund ji dagirkran rizgar kirin.

Dagirkeran li 4 gundan derbên giran xwarin
16 cotmeh, 2019   05:40
SERÊKANIYÊ

Şervanên QSD‘ê şevê din li gundên Menacîr, Lelan, Amrî û Ehrez ên di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de rêzeçalakî kirin û gund ji deste çeteyan derxist.

Çeteyên artêşa dagirker jî duh bi şev dîsa  xwestin tekevin gundê alya yê Til Temirê. Şervanên QSD‘ê derbên giran li çeteya dan û neçar kirin ku birevin.

Armanca dagirkeriyê ji vê yekê ew rêya di navbera Serêkaniyê û Til Temirê qut bike.

ANHA