Bi dewamkirina êrîşa artêşa Tirk a dagirker re koçberî didome

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li ser gundê Menacîr ê başûrê navçeya Serêkaniyê 300 sivîl piraniya wan jin û zarok neçar man koçber bibin.

Bi dewamkirina êrîşa artêşa Tirk a dagirker re koçberî didome
14 cotmeh, 2019   14:18
HESEKÊ

Koçberan berê xwe da navçeya Til Temirê li başûrê kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di encama êrîşa hovane ya artêşa Tirk a dagirker de ku derbasî roja şeşan bûye, zêdetirî 200 hezar sivîl koçber bûne û bi dehan qurban bûne.

(şx)