1. Kongreya Yekitiya Bijîşkên Herêma Cizîrê bi dawî bû

Kongreya Yekemîn a Yekitiya Bijîşkên Herêma Cizîrê bi avakirina meclisa yekitiyê û pejirandina rêziknameyê bi dawî bû.

1. Kongreya Yekitiya Bijîşkên Herêma Cizîrê bi dawî bû
1. Kongreya Yekitiya Bijîşkên Herêma Cizîrê bi dawî bû
1. Kongreya Yekitiya Bijîşkên Herêma Cizîrê bi dawî bû
27 îlon, 2019   15:25
QAMIŞLO

Piştî bidawîbûna avakirina yekitiyên bijîşkan li kanton û bajarên herêma Cizîrê, bi beşdaiya 200 bijîşkan, bi dirûşma "Bi zanabûna tenduristiyê ber bi avakirina civakeke ekolojîk û demokratîk ve" Yekemîn Kongreya Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar ket.

Piştî nirxandin û nîqaşan rêziknameya yekitiyê ku ji 64 bendan pêk tê ji aliyê beşdaran ve hate pejirandin.

Di dawiyê de Meclisa Yekitiya Bijîşkên Herêma Cizîrê ji 26 endaman hate avakirin. Ehmed Yûsif û Şirîn Silêman wekî hevserokên meclisa yekitiyê hatin hilbijartin.

ANHA