Li herêmên dagirkirî cenazeyê jinekê hate dîtin

Şêniyên gundê Kefir Kelbîn ê girêdayî bajarê Ezazê cenazeyeke jineke ji Idlibê dît.

Li herêmên dagirkirî cenazeyê jinekê hate dîtin
3 hezîran, 2019   10:56
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Ezazê ragihandiye, îro şêniyên gundê Kefir Kelbîn ê girêdayî bajarê Ezazê, cenazeyê jina bi navê Semhar Mihemed ku ji şêniyên bajarê Idlibê ye, piştî çend rojan ji revandina wê li ser destê kesên nenas, dît.

Li gorî çavkaniyan, jina ku hatiye kuştin, zewicî bû û dayik bû.

Hêjayî gotinê ye ku gundê Kefir Kelbîn ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û li wan herêman bi giştî bêaramî di aliyê ewlehî û jiyana sivîlan de heye.

(kc)

ANHA