Îsraîlê leşkerên xwe li ser sînorê Xezayê zêde kir

Malpera i24newsê ya Îsraîlê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê bi boneya salvegera salane ya Roja Xakê leşker li sînorê Xezayê zêde kir.

Îsraîlê leşkerên xwe li ser sînorê Xezayê zêde kir
29 adar, 2019   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera i24newsê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi rasthatina salvegera Roja Xakê re, leşkerên xwe li ser sinorê Xezayê zêde kir. Her wiha artêşa Îsraîlê li başur jî hêzeke mezin ji tang û çekên giran hazir kiriye.

Ev çalakî beriya 2 hefteyan ji dema hilbijartinên zagonê ya Îsraîlê û piştî çend rojan ji êrîşkirina leşkerî ya nû di navber Îsraîlê û Hemasê de, pêk hat.

Duh bi sedan ciwanên Filistînê beşdarî xwepêşandanên li ser sînor bûn. Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ya li Xezayê bi bîr xist ku 8 kes di çalakiyên şevê de birîndar bûn. Jê 3 ji rojhilatê bajarê Xezayê ne û 5 jî ji bakur in. Her wiha Wezaretê diyar kir ku ciwanekî Filistînê bi guleya artêşa Îsraîlê li gundê Ceblaya bakurê El-Difayê birîndar bû.

Îro Wezareta Tendiruystiyê ya Filistînê serjimariya birîndar û kuştiyan belav kir. Li gorî Wezaretê 266 kuştî, 30 hezar û 398 birîdariyên cur be cur jê 16 hezar birin nexweşxaneyan.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku Îsraîl amade ye ku hemleyeke leşkerî berfireh li Xezayê ji ber tevliheviyên dawî pêk bîne. Her wiha di van rojên dawî ji bo amadekariya leşkerî ya berfireh hêzên leşkerî xwe amade dikin.

(fr)