Tîma Ewail Şehbayê bû lehengê Lîgeya Berxwedana Serdemê

Di lîgeya Berxwedana Serdemê ya foltbolê de Tîma Ewail Şehbayê bû leheng.

Tîma Ewail Şehbayê bû lehengê Lîgeya Berxwedana Serdemê
Tîma Ewail Şehbayê bû lehengê Lîgeya Berxwedana Serdemê
Tîma Ewail Şehbayê bû lehengê Lîgeya Berxwedana Serdemê
24 tebax, 2018   17:45

ŞEHBA

Lîgeya Berxwedana Serdemê ya fotbolê ji beriya mehek û nîvekê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ve bi beşdarbûna 12 tîmên ji Efrînê û Şehbayê dest pê kiribûn.

Maç li stada kampa Serdemê ya Şehbayê dihat lîstin.

Lîstika dawî ya lîgeyê di navbera Tîma Ewail Şehba û Werdeyê de pêk hat. Bi dehan hezkiriyên fotbolê, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Sporê amade bûn.

Di lîstikê de Tîma Ewail Şehba bi 3 golan li beramberî du golan ji bo Tîma Werdiyê bi serket, bi vê yekê listikvanên Tîma Ewail Şehba xelata Lîgeyê wergirt.

Lîstikvanên Tîma Werdiyê Mehmûd Nesan jî xelata lîstivanê herî baş wergirtin.

Axaftina bidawîbûna lîgeyê ji aliyê rêveberê Kampa Serdemê Idrîs Weqas ve hate kirin. Idrîs listikvanên Tîma Ewil Şehbayê pîroz kir û spasiyê kesên ku lîge organîze kirin.

ANHA