Yek ji şopdarên tekoşer Zîlan fermandar e

Endama Fermandariya YPJ'ê Zîlan Kobanê, navê tekoşer Zîlan rakir û niha ji bo pêkanîna armancên wê di qadên berxwedanê de têdikoşe.

Yek ji şopdarên tekoşer Zîlan fermandar e
30 hezîran, 2018   05:48

HÊVÎDAR HERANÎ-SAMİRA DAVUD/ GIRÊ SPÎ

Di 6'ê Gulana 1996'an de li paytexta Sûriye Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi destê dewleta Tirk hewldana komployeke li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat kirin. Ev komplo hem li nava gelê Kurd hem jî li nava gerîlayan rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Peyama herî tund a li dijî komploya li hemberî Ocalan li Dêrsimê di 30'ê Hezîrana 1996'an de ji aliê tekoşera kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) hat. Zîlan li dijî bargeha Artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî û şehîde bû. Zîlan bi çalakiya xwe re mesajeke mezin da dewleta Tirk.

Şehadeta tekoşer û pêşenga jin Zîlan bandor li hezaran jinê kurd, suryan, ereb, tirk û herwekî din kir. Bi hezaran jinan navê Zîlan hildan û xeta wê ya tekoşînê dewam kirin.

Yek ji şopdaran, fermandar Zîlan Kobanê ye

Yek ji şopdarên Şehîd Zîlan, Endama Fermandariya YPJ'ê Zîlan Kobanî ye. Zîlan jinek ji pêkhateyên ereb. Di sala 2013'yan  de tevî refên YPJ'ê bû û xwest xeta şehîd Zîlan a ji bo azadiyê bişopîn e.

Niha jî fermandar Zîlan kar û xwebatên di nava YPJ'ê de ji bo azadiya herêmê pêk tîn e. Zîlan derbarê bandora wê bi çalakî û tekoşîna Şehîd Zîlan diyar kir ku ew gelekî bi ksayeta Şehîd Zîlan bi bandor bû ev tişt anî ziman: "Şehîd zîlan xwedî hêzeke mezin bû. Lewma min navê wê rakir û xeta wê ya tekoşînê şopand. Ev xeta tekoşîna azadîxwaziya jinan e, lewma divê ez û hemû jinên navê Zîlan li xwe kirine, li gorî rakirina barê tekoşînê ya xetaq Zîlan bin."

Zîlan Kobanê her wiha da zanîn ku Şehîd Zîlan xwedî kesayetek mezin û berxwedêr bû wiha dom kir: "Li dijî dijmin û komployên wan bê deng nema û canê xwe feda kir. Lewma ez pir kêf xweş im ku min navê Zîlan rakiriye, Ji ber min di şexsê şehîd Zîlan de kesayeta azad a jinê nas kir. Ji ber Zîlan sembola azadiya hemû jinên cîhanê ye."

Zîlan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ewê heta dawiyê şopdara xeta Şehîd Zîlan bin û ev tişt anî ziman: "Ez soz didin Şehîd Zîlan û hemû tekoşerên azadiyê ku ez ê heta dawiyê şopdarê riya wan bim."

ANHA