YRJ: Aqilê qetilkirina jinên rojnamevan rewa dike êrişî şirketa Gizingî Berbeyan jî kirin

YRJ’ê serdegirtin û girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan ku ji bo JIN TV bernameyan çêdike, şermezar kir û got: “Ev, êrişeke xwe dispêre konseptêke qirêj û siyasî ye. Em hêzên ku ev biryar dane û êriş birine ser rêxistinên jinan bi tundî şermezar dikin.”

YRJ: Aqilê qetilkirina jinên rojnamevan rewa dike êrişî şirketa Gizingî Berbeyan jî kirin
1 ÇILE, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Yêkîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî serdegirtin û girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan ku li Silêmaniyê ji bo JIN TV bernameyan çêdike, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Asayişa Herêma Silêmaniyê jî di nav de bêyî hebûn û nîşandayîna nivîseke fermî û agahdarkirinê, biryara girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan dan. Şîrketa Gizingî Berbeyan ji bo JIN TV bername amade dikir û di heman demê de rewşa jinan li Başurê Kurdistanê dişopand û dikir rojev.

Heman hêzan rojê ser bi Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tawanên li dijî jinan de jî girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê hemû sazî û rêxistin bi darê zorê girtin.

Di rojekê de û bi birayrekî hevpar çar rêxistinên jinan ku ji bo hebûn, nasname û azadiya jinan kar û xebat didin meşandin hatin girtin. Ev, êrişekî xwe dispêre konseptêkî qirêj û siyasî ye. Di serî de em hêzên ku ev biryar dane û êriş birine ser rêxistinên jinan bi tundî şermezar dikin.

Şîrketa Gizingî Berbeyan yekem şîrket e ku li Başûrê Kurdistanê ji bo bibe dengê jinan kar û xebat dide meşandin. Di dirêjahiya 7 salên kar û xebatê de bi armanca xwedî li hebûn û nasnameya jin derketin tevgeriya. Ji bo bibe dengê her jineke rastî her cure cihêkarî û tundiyê hatî têkoşîn da. Çîroka her jineke hêjayî tomarkirinê dît û bajar bi bajar gund bi gund ket pey çîrok û êşên kesî qet destê xwe danenî ser.

Bi vê tevgera xwe ji bo hemû jinan bû cihê baweriyê. Her wiha bû mala her jinekî ku ketî ferqa rastiya xwe û bi azadiyê hesiyayî. Di heman demê de cihekî ku jinan hêza xwe nas dikir bû. Li Başurê Kurdistanê li beranberî hêza serdest û aqilê serwer yên di qada ragihandinê de yekem hêza alternatîf ya ragihandina azad a jinan bû. Bi kar û xebatên xwê cesaret da gelek jinan û di heman demê de ji bo her jinekî ciwan bû peymangehekî fêrbûna heqîqetê. Di gelek aliyan de mînak bû û ji bo hemû jinan cihê hêzê bû. Hewqas bi bandor bû.

Hêzên ku ev biryar dan ji vê rastiya derketî holê diyar e gelek tirsiyane. Li cihekî wek Başurê Kurdistanê ku di her qadên jiyanê de tenê serwerî û desthilitdariya mêr heyî de, bi nasnama jin û bi armanca azadiya jinan kar û xebat meşandin diyar e sûcê herî mezin e. Ev biryar di heman demê de nîşaneya vê rastiyê ye. Naxwazin jin li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî vîn û nasnameyekî bi hêz ku li dijî pergala heyî têkoşîn dike.

Aqil û ferasata ku hevrêyên me Nagihan Akarsel, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn û herî dawî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetilkirî heman êrîş birine ser Şîrketa Gîzingî Berbeyan jî. Her wiha aqilê ku qetilkirina rojnamevanên Kurd rewa dike û dibîne di heman demê de êriş birine ser Şîrketa Gîzingî Berbeyan jî. Hêman hêz in yên ku di tevgerê de ne û li pey bêdengiya azadiya raman û ragihandinê ne.

Wek ragihandina azad ya jin û heqîqetê em ê li pey vê bûyera girtinê de bin. Heta hêz di me de hebê ev hêzên ku ji rastî, heqîqet û dengê jinan ditirse em ê teşhîr bikin û li beranberî wan têkoşîna xwe bidomînin. Ev rûreşiyekî mezin ji bo ev hêzên ku ev biryar girtî ye. Ji bo me jî mijara têkoşînê ye.

Di dawî de wek YRJ’ê em piştgiriya xwe radigihînin û bang li hemû jinên rojnamevan yên Başurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê dikin da ku xwedî li saziyekî ku ev 7 sal in bûye dengê jinan xwedî derbikevin.

Dubare em hêzen ku ev biryar dayî şermezar dikin û bang dikin ku ji vê biryara şaş vegerin.”