Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist

Bi destpêkirina pêkanîna biryara qedexekirina motorîskilêtan li herêma Cizîrê, li bajarên Qamişlo û Çilaxa xwediyê motorîskilêtan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de ji ber ku motorîskilêt jêdera debara wan a jiyanî ye, daxwaz kirin ku li şûna qedexekirinê, makanîzmeyeke birêxistinkirî were dayîn.

Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
Xwediyê motorîsiklêtan li Qamişlo û Çilaxa çalakî li dar xist
1 tîrmeh, 2026   20:06
QAMIŞLO

Xwediyê motorîskilêtan ên li bajarê Qamişlo û Çilaxa, bi ketina biryara qedexekirina motorîskilêtan li bajarên Hesekê di meriyetê de, ji bo redkirina biryara qedexekirinê li giştî Parêzgeha Hesekê çalakî li dar xist.

Bi dehan xwediyê motorîskilêtan û yên ku bi motorîskilêtan xebatên gihandinê dikin beşdarî her du çalakiyan bûn, di çalakiyan de daxwaz ji aliyên peywendîdar hat kirin ku, yan biryarê ji holê rake yan jî li gorî rewşa wan a debarê, sererast bike.  

Çalakvanan bi rakirina pankartan daxwaz kirin ku li şûna qedexekirina motorîskilêtan, planeke birêxistinkirî ji bo xebatkarên gihandinê yên ku karê wan girêdayî motorîskilêtane bê danîn, baştir e. her wiha bi sloganên xwe destnîşan kirin ku divê biryar ji holê bê rakirin û bal kişand ser ku motorîskilêt jêdera debara wan a jiyanê ye. 

Îro, Endamên Tirafîkê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo pêkanîna biryarê û şopandinê wê, li kolanên bajêr belav bibûn.

(sb)

ANHA

Çilaxa çalakî

Qamişlo