Xebatên rêgirtina li pêşiya narkotîkê li Minbicê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike, herêmê li hember diyardeya narkotîkê hişyar bike û ji bo wê çalakiyên cihereng li dar dixe. Îro dest bi dibistanên kantona Minbicê.

Xebatên rêgirtina li pêşiya narkotîkê li Minbicê
5 sibat, 2024   14:58
MINBIC

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bildarxistina çalakiyan kirin ji bo ku civakê ji narkotîkê hişyar bikin. 

Her wiha Komîteya Hundirîn, Komîteya Tenduristiyê û Perwerdeyê û rêxistinên civaka sivîl tev li van çalakiyan dibin.

Çalakî li dibistanan amadehî ya keçîn a Minbicê li dar ket û dê li tevahî dibistanên kantonê berdewam bike.

Di çalakiyê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn proşorên têkildarî bandorên bikaranîna narkotîkê, zirarên wê li ser aliyê derûnî, civakî, tenduristî û aborî yê mirov û civakê belav dikin.

Endamê Nivîsgeha Tenduristiyê Tariq Bekûr axivî û behsa zirarên narkotîkê li ser mirov û civakê kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ebdulecîd jî armanca wan ji çalakiyê aşkera kir û got: "Em dixwazin ciwan zirarên vê diyardeyê, çawa tên hedefgirtin, rêbazên bazirganiya wê çi ne û çawa tên bikaranîn  ji bo ku civakê ji hev bixin, nas bikin."

Tariq Bekûr jî got: "Di qonaxa yekemîn de em ê çalakiyan di dibistanên amadehî û navîn de li dar bixin, dûre biçin dibistanên gundewar û piştî wê beşên civakê tev de ji van xetereyan hişyar bikin."

(şx)

ANHA