Wezîrê karên derve yê Fransayê û Mesûd Barzanî civiyan

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Pîrmamê li gel serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî civiya.

Wezîrê karên derve yê Fransayê û Mesûd Barzanî civiyan
6 sibat, 2026   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di 5’ê Sibata 2026’an de serdana Şamê kir û hevdîtin pêk anîn. 

Wezîr Barrot duh êvarê jî gihaşt Hewlêrê. Barrot duh piştî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya Rojava re civiya, îro jî bi serokê giştî yê PDK’êê Mesûd Barzanî re li ofîsa wî ya li Pîrmamê civiya.

Barzanî li ber avahiya ofîsa xwe pêşwaziya Jean-Noel Barrot kir û paşê derbasî cihê civînê bûn.

Hate zanîn ku di civîna Jean-Noel Barrot û Mesûd Barzanî de li ser geşedanên herêmê axaftin û gotûbêj hatine kirin.