Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyayê bi akademîsyen û rêxistineke mafên jinan re hevdîtin kirin.

Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 
Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 
Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 
Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 
Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 
Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 
Şandeya jinan li Almanyayê hevdîtinên xwe didomîne 
24 îlon, 2025   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çend akademîsyen û lêkolînerên Alman, îranî û Kurd re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de geşedanên li Sûriyeyê, bi taybetî rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirsgirêkên jinan û pêvajoya perwerdeyê li herêmê hatin gotûbêjkirin. Beşdaran her wiha rewşa 3 zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotûbêj kirin. Şandeyê bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên akademîk bi zanîngehên Almanyayê re.

Şandeyê hevdîtineke din bi rêxistina Terre des Femmes (TDF) re li dar xist ku mezintirîn rêxistina mafên jinan a li Almanyayê ye. Di hevdîtinê de, rewşa jinan a li Sûriyeyê hate botûbêjkirin.

Şandeyê diyar kir ku hevdîtinên wan erênî bûn û bal kişand ser girîngiya dan û standin û hevkariya berdewam a li ser mijarên perwerde, mafên mirov û jinan.

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6`ê Îlonê ve serdana çend welatên Ewropayê dike.

Şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer, berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Muna El Hûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Komîteya Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Bersûm pêk tê.