ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2026
10 îlon, 2026   02:00

Pirsgirêka mazotê li bajarê Hesekê mezin dibe. Gerînendetiya Sotemeniyê diyar kir ku hikumeta veguhêz biryar daye ku mazota xizmetguzariyê li ser parêzgeha Hesekê qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mamosteyê Zanîngeha Rojava û lêkolîner Luqman Guldivê got “Divê çavê me li destê dewletê nebe, alternatîfa me ya pêşxistina ziman, siyaset û plansaziyeke me ji bo ziman hebe. Ez bang li malbat û şagirtan dikim ku tercîhên xwe ji bo zimanê xwe bikin û xebatên pêşxistina ziman bidomînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gundên Girke Legê û Çilaxayê şêniyan nerazîbûna xwe ya li hember biryara Wezareta Perwerdeyê anî ziman û got ew bi mafê xwe yê ziman ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hemze Hesen li dikaneke biçûk zarok û ciwanan fêrî lêdana tembûrê dike û bi vê gavê dixwaze stran û awazên folklora kurdî biparêze û veguhêze nifşên nû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbat û xwendekarên ji bajarên Hesekê û Dirbêsiyê 2 çalakiyan li dar dixin, xwendekar û malbatên ji bajarên Qamişlo û Amûdê jî 2 xwepêşandanan organîze dikin, her wiha xelkê Çilaxayê jî bi daxwaza guhertina biryara Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya têkildarî zimanê Kurdî û daxwaza perwerdehiya minhac bi zimanê Kurdî be daxuyaniyekê didin, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).