Netanyahu: Îsraîl serweriya mutleq ferz dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Cebel El-Şêx ragihand ku Îsraîlê serweriya xwe li herêmê ferz dike û heta çemê Yermûkê dirêj dike. Netanyahu diyar kir ku hebûna Îsraîlê ya leşkerî li ser sînorê Sûriyeyê û zexta li ser Îranê didome.

Netanyahu: Îsraîl serweriya mutleq ferz dike
9 îlon, 2026   22:46
NAVNEDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro serdana lûtkeya Cebel El Şêx a li xaka Sûriyeyê de, tevî Wezîrê Parastinê Israel Katz kir. Ev serdana hemwextî berdewama destwerdanên Îsraîlê li deverên başûrê Sûriyeyê pêk hat.

Netanyahu di serdanê de got Îsraîlê li ser herêma ji Cebel El Şêx heta çemê Yermûkê heta Deryaya Spî kontrol dike û rewş bi “serweriya mutleq” wesif kir.

Netayahu anî ziman ku “ew nahêle çi artêşek li ser sînorê wê bi cih bibe” û ew yek bi destkeftiyekê ku Îsraîlê di şer de bi dest xistiye nîşan da. Li kêlek wê jî Netanyahu diyar kir ku ew zexta xwe li ser Îranê dewam dike û got: “Teweriya Îranê wê bi temamî hilweşe.”