Li Hesekê ciwaneke ji ber bermahiyên şer jiyan xwe dast da

Li gundewarê Hesekê, ciwanek ku beriya 3 rojan di teqîna bermahiyek şer de birîndar bûbû, tevî hemû hewldanên dermankirinê jiyana xwe ji dest da.

Li Hesekê ciwaneke ji ber bermahiyên şer jiyan xwe dast da
9 îlon, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya 3 rojan li gundê Xerab El Zeri ê herêma Çiyayê Ebdulezîz ê bajarê Hesekê bermahiyek şer teqiya, jineke ciwan birîndar bibû. Jina ciwan a ku birîndar bibû îro jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ji destpêka 2026’an ve ji ber teqîna bermahiyên şer 253 kes di nav de 149 mêr, 10 jin û 94 zarokan jiyana xwe ji dest daye, 389 kes di nav de 233 mêr, 14 jin û 143 zarok birîndar bûne.