Pedersen behsa girîngiya veguheztina siyasî li gor biryara 2254 kir

Geir Pedersen diyar kir ku “derbasbûneke siyasî ya berfireh, pêbawer û li gorî biryara 2254’an ya Konseya Ewlehiyê ya NY’ê pêwîst e”.

Pedersen behsa girîngiya veguheztina siyasî li gor biryara 2254 kir
16 kanûn, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen bi Ehmed El Şerî (Ebû Mihemed El Cûlanî) û serokê hikumeta demkî Mihemed El Beşîr re civiya.

Li gorî daxuyaniya nûnerê NY`yê, Pedersen tekezî li ser pêwîstiya derbasbûna siyasî ya berfireh û pêbawer û li gorî biryara 2254’an ya Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir.

Her wiha diyar kir: “NY dê hemû şêweyên alîkariyê ji bo gelê Sûriyeyê pêşkêş bike.”

Duh di hevdîtina li gel Geir Pedersen de, Ehmed El Şerî xwestibû naveroka biryara 2254’an li gorî guhertinên siyasî yên niha yên li Sûriyeyê dibin, were nûkirin.

El Şerî got rewşa nû hewce dike ku ji nû ve li biryarê vegerin da ku li gorî geşedanên nû guncaw be û rastiya heyî bi awayekî rasttir nîşan bide.

(k)