Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Tebqayê civîna xwe ya salane bi gelek encamnameyan bi dawî kir. Ji wan encamnameyan geşkirina selametiya şêniyna û civakê û pêşxistina rewşên xizmetguzarî, perwerdehî û ewlehiyê.

Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî
Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî
Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî
Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî
Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî
Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî
Meclisa Tebqayê di civîna salê de girîngî da pêşxistina rewşên xizmetguzarî û ewlehî
12 sibat, 2025   21:39
TEBQA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê civîna xwe ya salane organîze kir.

Di civînê de rewşa siyasî û rewşa giştî Sûriyeyê û herêmê hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Barkur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêyî tu hesab jê were xwestin hat kirin, her wiha hat gotin ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember plnanên dewleta Tirk a dagirker ên mêtingeriyê berxwedaneke dîrokî raber dikin.

Piştre raporên salê yên tevahî deste, meclis û nivîsgehên beşdarî civînê bûne hatin xwendin, nirxandin, rewşa rêxistinî û astengiyên li pêş Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê hatin nîqaşkirin.

Civîn bi van xalên girîng bi dawî bû:

Xurtkirina selametiya şêniyan û zêdekirina têkiliyên girêdana civakî di navbera pêkhateyên herêmê û tevahî beşên civakê de.

Temamkirina pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî û qanûna meclisên rehendên neteweya demokratîk û qanûna sererastkirinan.

Nûkirina saziyên rêxistinî û xizmetguzarî li herêmên ku berê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de bûn mîna Meskene, Dêr Hafir û Dibsî.

Pêşxistina rewşên tenduristî, perwerdehî, çandî, xizmetguzarî, aborî, ewleh û jîngehê û piştgiriya beşa ciwan û jinan.

Danîna bernameya pewerdeyên fikrî yên girtî û vekirî, takakesî û perwerdeyên meslekî.

(fr)

ANHA