Li Lubnanê rêjeya xizaniyê ji sedî 80 derbas kiriye

Li Lubnanê aloziyeke mezin a aborî heye û rêjeya xizaniyê ji sedî 80 derbas kiriye. Pisporekî aborî diyar kir ku di serî de aloziya lêçûnên giştî, li Lubnanê aloziyên giştî hene.

Li Lubnanê rêjeya xizaniyê ji sedî 80 derbas kiriye
17 nîsan 2024   09:22
BEYRÛT
RANYA UBEYD

Lubnan di nava gelek aloziyan de tengijiye ku di tevahî qadan de bandora xwe li jiyana welatiyan kiriye. Ji wan aloziyan yek jî aloziya siyasî ye. Ji ber aliyên siyasî yên Lubnanê heta niha li hev nekiriye, serokek ji bo welat nehatiye hilbijartin. Li aliyekî din jî rêveberê banka welat tune ye. Ev hemû bandorê li rewşa aborî û debarê dike. 

Li başûrê Lubnanê ji şerê Hemas û Îsraîlê yê li Xezayê ve û beşdarbûna nerasterast a Hizbullahê wek alîgirê Hemasê di şer de, ewlehî nîn e. Her wiha hema bêje rojane bûyerên kuştin, revandin û diziyê rû didin ku ewlehiya welat dixin xetereyê.

ALOZIYA ABORÎ Û DEBARÊ

Li Lubnanê hilweşîneke mezin a aborî heye. Nirxê mal û milkên di salekê de li welat têne hilberandin ji 2019'an heta niha, ji sedî 40 kêm bûye. Rêjeya xizaniyê ji sedî 80 derbas kiriye û nîvê niştecihan kêmxwar in. Li aliyekî din jî pereyê Lubnanê ji sedî zêdetirî 90 nirxê xwe li hemberî dolar ji dest daye. Di encamê de buhayê kel û pelan zêde bûye. Di heman demê de pergala bankên Lubnanê hema bêje pûç bûye.

Pisporê aboriyê Patrick Mardini li ser mijarê ji ajansa me re axivî. Patrick Mardini bi bîr xist ku Lubnan di nava krîzên piralî de ye û krîza yekem lêçûnên giştî ye û wiha axivî: "Hikumeta Lubnanê ji dahata xwe zêdetir xerc dike, lewre serî li deynan dide. Di encama deynkirinê de aloziya deynan a giştî çêbûye ku Banka Navendî nekaribe bide. Aloziya bankan jî bandor li kesên ku ji sala 2019’an ve pereyên xwe xistine bankan, kir."

Mardini bal kişand ser ku dewleta Lubnanê saktora ceyranê di serî de milkên giştî keysbaz dike, lewra ceyran kêm bûye û bandor li saktorên din wekî çandinî, internet, pîşesazî û hwd kir.

Mardini destnîşan kir ku dewleta Lubnanê şîrketa Şerq El Ewsat a balafirên rêwiyan jî keysbaz dike.

Mardini got rewşa nearam a li Lubnanê bandor li qada turîzmê jî kiriye.

Patrik Mardini rêbazên çareserkirina aloziyên li Lubnanê jî diyar kir û ev xal rêz kirin: "Lazim e dewlet lêçûna giştî kêm bike û qada giştî ji nû ve were sazkirin. Ev yek dê di çareserkirina pirsgirêka deynên giştî de bibe alîkar û dê deynên li ser dewletê sivik bike. Her wiha divê siyaseta diravî ji siyaseta darayî were veqetandin. Divê Banka Navendî deynan nede hikumetê yan jî pereyên wê bixe bankê. Divê rê li ber çapkirina lîre bê girtin ji bo ku enflasyon zêde nebe."

(bb)

ANHA