Jinên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Em bi hêzên xwe re ne

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên hêzên hikumeta veguhêz şermezar kirin û piştgiriya xwe bi hêzên parastinê taxê re anî ziman.

Jinên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Em bi hêzên xwe re ne
20 cotmeh, 2025   10:31
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê der barê êrişên hêzên hikumeta veguhêz de axivîn.

Jina bi navê Elîfe Tahir Omer bi bîr xist ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din di bin dorpêçê de ne û got: " Mîna dema rejîma berê, careke din êriş û ambargo li ser me tên. Lê vê carê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve tê kirin. Em van kiryaran red dikin, ji ber ku em aştî û diyalogan dixwazin. Em şer û rijandina xwînê naxwazin."

Elîfeyê anî ziman ku mafê şêniyan heye ewle û birûmet bijînin û girtina rêyan û avakirina bendên axî bi "siyaseteke çewsîner bi armanca têkbirina ewlehiya her du taxan" bi nav kir.

Rehîma Mihemed îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kir û got: "Em hevgirtî ne. Di navbera me de hezkirin û aştî de hene. Gotinên nefretê me ji hev qut nakin. Em xwe ji êrişan biparêzin. Tevî ku me destê xwe ji bo lihevhatinê dirêjî wê kiriye, lê hikumeta veguhêz her carê rê li ber me digire. Divê niyeta xwe ya rast di pêkanîna aştiyê û bicihanîna sozên xwe de zelal bike. Nabe helwesta me ya mirovî û welatparêziyê ji bo êrişan bi kar bîne."

Zeyneb Xelîl Îbrahîm jî piştgiriya xwe bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re anî ziman û bi bîr xist ku dê her gav bi hêzên parastinê re bin ku bi salan parastina şêniyan dikin û rojekê jî bi bin neketine.

Zeynebê êrişên li ser hêzên ewlekariyê yên her du taxan şermezar kirin û bang li hikumeta veguhêz kir ku divê bendên peymana 1’ê Nîsanê bi cih bîne û parastina yekbûna xaka Sûriyeyê bike.

(bb)

ANHA