Girîngiya xurtkirina çapemeniya Kurdî li hember zehmetî û belgekirina xwestekên gel

Siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîrên Kurd di salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî de li ser pêwîstiya xurtkirina rola çepemniyê di belgekirina bûyeran û xwestekên gelê Kurd de li hev kir û got girîng e astengiyên li pêş xebata rojnamgeriyê li Rojava bên derbaskirin.

22 nîsan, 2025   22:29
QAMIŞLO

Di çarçoveya pîrozkirina Roja Rojnamegeriya Kurdî de ku dikeve 22’yê Nîsanê, Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojava li Navenda Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê panelek diyalogê li dar xist. Di panelê de hejmarek rewşenbîr, çalakgerên siyasî û civakî beşdar bûn. Panelê bi navê "Rojnamgeriya Kurdî di navbera 2011-2025’an de, nêrîn û xwestek" hat organîzekirin.

Li Hesekê jî ji hêla rêxistinên Hesekê û Serêkaniyê yên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (YEKÎTÎ), der barê Rojnamgeriya Kurd digel pêşdeçûnên heyî de semînerek li Parka Xwendinê ya bajêr hat lidarxistin.

Di her du çalakiyan de li ser rola çapemeniya Kurd û rojnamegeriyê di avakirina zanyariya siyasî û civakî de, rewşa çapemeniya Kurdî, astengiyê li pêşberî xebata rojnamevaniyê li Rojava, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin.

Der barê rola rojnamegerî û çapemeniyê de beşdaran û rêveberên çalakiyan got rojanemgerî di derbirîna xwestekên rewa yên gelê Kurd û avakirina zanyariyeke siyasî û civakî ya hevgirtî de xwedî girîngî ye.

Têkildarî rewşa rojnamegerî û çapemeniya Kurdî, behsa dîroka rojnamegeriya Kurdî heta roja îro, qonaxên ku tê re derbas bûne û çawa pêşketiye, cudahiya di navbera çapemeniya partî û pîşeyî de, çawa rojname dikare dilsoziya partiyan derbas bike û rola xwe ya objektîf û pîşeyî zêdetir bilîze, hate kirin.

Der barê zehmetiyên karê rojnamegeriyê de, bal li ser astengiyên rojnamevanên Rojava pê re rû bi rû dimînin, weke windakirina pêbaweriyê û çavdêriya ku azadiyê xebatê sînordar dike dike, hat kişandin. Pêwîstiya vê yekê bi pêşxistina stratejiyên nû heye ku aktîvkirina rojnamegeriya Kurdî were xurtkirin.

Beşdaran li ser rola çapemeniya Kurdî ya dîrokî axivî û amaje bi nuqteya destpêkirina rojnamegeriya Kurd bi derxistina rojanmeya Kurdistan di sala 1898’an de li Misirê ji hêla Mîqdad Midhed Bedirxan ve kir.

Beşdaran got çapemenî rêbaza piştgiriya şoreşê û derbirîna xwestekên civakê ye, û îro Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûbirûyî qonaxeke hestiyar e û ji her kesî tê xwestin ku piştigiriya çapemeniyê bike ku armancên xwe pêk bîne.

Her wiha hat gotin ku divê tevahî rojnamevan li hemberî rewşê amade bin ku bibin dengê gel, raporên li ser tevahî bûyeran amade bikin.

(ekîb/fr)

ANHA

QAMIŞLO

HESEKÊ