Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya Rêbertî banga mezinkirina têkoşînê kir

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku sepandina “cezayên dîsîplînê” yên li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, nîşaneyeke aşkera ya pergala îşkence û qirkirinê ye û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya Rêbertî banga mezinkirina têkoşînê kir
3 mijdar 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku “cezayên” berdewam, li pey hev û li dû hev, ku ti bingeheke wan ya zagonî nin e lê nîşaneyeke aşkera ya siyaseta tecrîda tund ku dewleta Tirk ji roja dîlgirtinê heta roja îro li dijî Rêber Abdullah Ocalan kiriye. Her wiha durûtiya siyaseta ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: “Ji aliyekî ve îdiaya destpêkirina pêngava aştiyê û qonaxa diyalog û biratiya dîrokî ya Kurd û Tirkan dike, lê ji aliyê din ve û di heman demê de bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê bi balafirên bêmirov, balafirên şer û çekên giran, bombebaran dikeû binesaziya herêmên kurdî wêran dike, Kurdan bi terorê tawanbar dike û sizayên nû yên dîsîplînê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Înîsiyatîfê banga mezinkirina têkoşînê kir, di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Ocalan ku ketiye sala xwe ya duyemîn.

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang li sazî, rêxistin û meclîsên mafên mirovan ên cîhanî, navneteweyî û Ewropayê kir ku li hember hemû binpêkirinên hiqûqî û mafên mirovan ên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe pêk bînin.

(k)