HRW’ê xwest cezayên li ser Sûriyeyê bêne rakirin

HRW’ê diyar kir ku cezayên li ser Sûriyeyê xebatên jinûveavakirinê asteng dikin û bang li DYA, Yekitiya Ewropayê û Brîtanyayê kir ku cezayan rakin.

HRW’ê xwest cezayên li ser Sûriyeyê bêne rakirin
19 sibat, 2025   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînera yekemîn a kar û barên Sûriyeyê ya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Hîba Zeyadîn got piştî 13 salan ji şer û wêraniyê, pêdiviya Sûriyeyê bi jinûveavakirinê heye, lê cezayên heyî dibin asteng.

Hîba Zeyadîn bal kişand ser cezayên li ser Sûriyeyê û got: "Cezayên li ser Sûriyeyê bûn sedema kêmbûneke mezin a sotemeniyê, hilweşîna binesaziyê û dijwarbûna gihandina alîkariyan."

Tevî hin guhertinên ku îsal di siyasetên cenazeyan de hatine pêkanîn jî, lê HRW’ê daxuyand ku divê gavên cidîtir wekî "tevlêkirina Sûriyeyê di pergala diravî ya cîhanê de, bidawîkirina qeydên bazirganî yên li ser pêdiviyên bingehîn û pêşkêşkirina garantiyên qanûnî ji bo saziyên diravî" bêne avêtin.

Piştî erdheja 2023’yan, hin cezayên mirovî li ser Sûriyeyê hatibûn rakirin, lê der barê vê yekê de Hîba Zeyadîn anî ziman ku rakirina hin cezayan têrê nake û da zanîn ku cezayên li ser bankên Sûriyeyê rê li ber îstîsmarên girîng vedike û aloziya aborî kûrtir dike.

Lêkolînera HWR’ê her wiha got: "Cezayên li ser enerjî û bazirganiyê binesaziyê lawaz dikin û zextên li ser alîkariyên mirovî û tenduristî zêdetir dikin."

Hîba Zeyadîn bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê û Brîtanyayê kir ku cezayan rakin.

(bb)