Hikumeta demkî navên dibistanan diguhere, xwendekaran nerazîbûn nîşan da

Yekitiya Xwendekaran li bajarê Dêrikê hewldanên hikumeta demkî ya  guhertina navên dibistanan şermezar kir û got, ev nêzîkatî êrişeke rasterast li djiî nirxên gelan û mîraseya şehîdan e.

Hikumeta demkî navên dibistanan diguhere, xwendekaran nerazîbûn nîşan da
9 nîsan, 2026   14:15
QAMIŞLO

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê li herêmên Reqa û Tebqayê bêyî li malbatên şehîdan guhdar bike, navên dibistanên bi navên şehîdan guhertin. 

Der barê yekê bi dehan xwendekarên bajarên Dêrikê li Dibistana Yûsif El Ezma kom bûn û daxuyanî da.

Xwendekarê bi navê Elend Hesen daxuyanî xwend û ev tişt anî ser ziman "Şehîdên me nirxên me yên herî pîroz in. Şehîdên me bîrdaneke zindî ya fedakarî, berxwedan û rûmetê ne. Her şehîdek cîrokeke berxwedana mayînê û îradeya gel hildigire."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Hikumeta demkî ya Şamê dixwaze navên dibistanên me biguhere û navên şehîdên me bi navên din biguherîne. Dixwaze bi rêbazên despotîk vê guhertinê li ser me bide ferzkirin. Em vê yekê wekî êrişeke rasterast li ser nirxên me dibînin. Em teqez dikin ku guhertina navan ne tenê guhertineke şeklî ye, lê hewldanek ji bo jibîrbirina hafîzeya civakê ye. Fêrkirin ne tenê wergirtina agahiyan di nava dîwarên dibistanê de ye. Lê belê berpirsyariya parastin û pêşxistina nasnameya me, zimanê me, çanda me û nirxên me ye. Ji ber vê yekê em siyasetên ku li ser me werin ferzkirin red dikin, em ê bi biryardarî îradeya xwe ya hebûnê biparêzin."

(bb)

ANHA