Hevserokê berê yê meclisa Hesekê Xebat Silêman wefat kir
Hevserokê berê yê Meclisa Bajara a Hesekê Xebat Silêman li bajarê Hesekê di encama krîza dil de wefat kir.
Meclisa Bajarê Hesekê ragihand ku hevserokê berê yê meclisê Xebat Silêman (39) vê sibê li Hesekê di encama krîza dil de wefat kiriye. Li gorî daxuyaniya meclisê, 3 zarokên Xebat Silêman hene.
Xebat Silêman ji destpêka şoreşê ve, li tevahî qadên rêxistinî û rêveberî yên herêmên kantona Cizîrê kar û xebat kiriye.
Silêman ji 2020`an heta 2024`an, li kêleka Semer El Ebdullah hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê bû.
Dema li herêmên Dêrazorê kar dikir, bi giranî birîndar bûbû, lê dîsa jî karê xwe berdewam kir.
(şx/k)
ANHA