Hevbendiya NADA projeya guhartina Yasaya Rewşa Kesî şermezar kir

Hevbendiya NADA projeya guhartina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê bi tundî şermezar kir û got parlamentoya Iraqê yasayên çewisandina mafên jinên Iraqî erê kirin.

Hevbendiya NADA projeya guhartina Yasaya Rewşa Kesî şermezar kir
23 ÇILE, 2025   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Jinan (NADA) têkildarî erêkirina Parlamentoya Iraqê ji projeya biryara guhartina Yasaya Rewşa Kesî ya bi jimareya 188ˋan a sala 1959ˋan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin Parlamentoya Iraqê îro (20ˋê Çile) 3 yasayên ku dikevin xizmetî berjewendiyên siyasî yên desthilata Iraqê û berjewendiyên bi milyonan jinan û rêxistinên jinan û hiqûqî paşguh dikin, derxistin. 

Hevbendiya NADA guhertinên li ser yasayê şermezar kirin û got armanca jê kotaya siyasî û etnîkî were xurtkirin. Hevbendiyê diyar ku ev yasa mafên jinên Iraqî yên xwedî têkoşîna demdirêj diçewisînin.

NADA anî ziman ku tevî ku biryara guhartina Yasaya Rewşa Kesî hatiye dayîn û ji hêla rêxistinên civaka sivîl, torên qanûnî û rêxistinên mafên jinan û zarokan ve hatin redkirin, lê parlamentoya Iraqê ew xist pratîkê.

Hevbendiya NADA di dawiyê de got ew siyaseta zilamperestiyê red dike û piştgiriyê dide têkoşîna jinên Iraqê heta azadî, edaleta civakî û wekheviya rasteqîn di navbera her du zayendan de pêk bê.

(fr)