​​​​​​​QSD û Koalîsyona Navneteweyî tedbîqatên hevbeş li Dêrikê pêk anîn

QSD'ê û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê li gundê Teqil Beqil ê Dêrikê tedbîqatên hevbeş pêk anîn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê li gundê Teqil Beqel ê herêma Koçerat a Dêrikê ku dikeve sêgoşeya sînorê Sûriyên, Iraq û Tirkiyê, tedbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk anîn.

Tedbîqatê saet 08:00'an dest pê kir. Tê de mûşekên TOW, RPG û wesayîtên zirxî û keşfê yên hêzên DYA’yê hatin bikaraîn û efser û leşkerên DYA’yê jî beşdar bûn.

Piştre QSD û Koalîsyona Navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ji fermandarên QSD'ê Şiblî Şiblî got ev cara yekemîn e ku tedbîqatên hevbeş li herêma Dêrikê tên lidarxistin.

Li ser armanca van tedbîqat û perwerdeyên leşkerî Şiblî got: "Armanc xurtkirina koordîne û xebata hevbeş li dijî DAIŞ’ê û şaneyên wê ye."

Fermandarê Yekîneya Zirxî ya Artêşa DYA’yê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ku ew bi QSD’ê re li ser çawaniya hemahengiya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gotûbêjê dikin û bal kişand ser vê yekê ku tedbîqat di çarçoveya çalakiyên hevbeş ên hêzên Koalîsyonê û QSD’ê de pêk tên. Her wiha teqezî li ser berdewama hevkariya wan bi QSD’ê re ji bo têkbirina DAIŞ'ê kir.

ANHA


Mijarên Din