Berxwedana zindanan di roja 116’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd daye destpêkirin, di roja 116’an de berdewam dike.

 Berxwedana zindanan di roja 116’an de ye
21 adar, 2024   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Girtiyên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngava, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de roja 27’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn.

Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Li ser navê girtiyan Denîz Kaya 12’ê Sibatê daxuyaniyeke din da û got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”

Çalakiya girtiyên azadiyê îro ket roja 116’an.