Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên du şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne li goristana şehîdan a navçeya Şedadê oxir kirin.

Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Şedadê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
12 mijdar, 2019   21:05
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Ubêd Kerro û şervanê Hêzên Sûriyê Demokratîk Mehmûd El-Dexîm ( Elî) li goristana şehîdan a navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm û bi navê Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Necî El-Nicûm axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyên şehîdan li goristanê di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê hatin veşartin.

(şx)

ANHA