Êrişa dagirkeran a li dijî gundê Bab El-Xêr hate şikandin: 6 dagirker hatin kuştin

Şervavên QSD‘ê êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Bab El-Xêr ê Zirganê şikandin. Di encamê 6 dagirker hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn.

Êrişa dagirkeran a li dijî gundê Bab El-Xêr hate şikandin: 6 dagirker hatin kuştin
5 mijdar, 2019   20:25
HESEKÊ

Artêşa Tirk a agirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra li aliyê gundê Bab El-Xêr ê Zirganê hewl dan êrişî nuqteyên şervanên QSD‘ê bikin. Şervanên QSD‘ê bersiva êrişan dan. 6 çete hatin kuştin û birîndar jî hene.

ANHA