Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo

Beşek ji birîndarên ku ji hêla Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor a Navdewletî ve ji nexweşxaneya Serêakniyê hatine derxistin gihaştin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo ji bo ku werin dermankirin.

Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
Beşek ji birîndarên Serêkaniyê gihaşt nexweşxaneyên Qamişlo
19 cotmeh, 2019   17:19
QAMIŞLO

Ruxmî xeteriyê û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ambulansên Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor gihaştin nexweşxaneya Serêkaniyê û hinek birîndar û şehîd ji wir derxistin.

Hejmarek ambulansên Heyva Sor a Kurd, Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor a Navdewletî gihaştin bajarê Serêkaniyê û hinek birîndar ji nexweşxaneya Serêkaniyê der xistin. Ev birîndar ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dorpêçkirin û nahiştin ku kadroya tenduristiyê derbasî bajar bibin ji bo ku birîndar û şehîdan ji nexweşxaneyê derxînin.

Ev xebat piştî kedên Heyva Sor a Kurd û şêniyên herêma Cizîrê yên ku di dirêjahiya 3 rojên derbasbûyî de ruxmî hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker diçûn bajarê Serêkaniyê hat.

Li gorî Heyva Sor a Kurd derdora 30 birîndar û 4 şehîd ji nexweşxaneya Serêkaniyê hatin derxistin.

(şx)

ANHA