Li Qamişl jinek şehîd bû, li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû

Ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo de jinek şehîd bû kurê wî ji lingê xwe be. Li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû.

Li Qamişl jinek şehîd bû, li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû
Li Qamişl jinek şehîd bû, li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû
10 cotmeh, 2019   15:11
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji saetên piştî nîvor ve taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo topbaran dike. Ji ber topbaranê jina bi navê Beşîra Mihemed Kebûş a ku bi kurê xwe re diçû dermanxaneyê  şehîd bû. Kurê wê Ehmed Abdullah ê 28 salî ji lingê xwe bû, niha li nexweşxaneya Wetenî tê dermankirin.

Êrîşa li ser bajarê Serêkaniyê jî didome. Di encamê de ciwanê bi navê Sozdar Biro yê 30 salî birîndar bû û ew rakirin navenda tenduristiyê ya navçeya Dirbêsiyê.

ANHA