Bûyerên girîng ên ku di vê hefteyê de derketin pêş

Bûyerên girîng ên ku di vê hefteyê de derketin pêş
9 sibat 2019   07:17

LÛEY EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya derbasbûyî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyerên giring derketin pêş. Ji wan qonaxa dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê, qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, însyatîfa KNK-Rojava ji bo avakirina yekîtiya Kurd serdanên bi partiyên Kurd re didomîne.

Her wiha çalakiyên piştigiriya çalakiya Leyla Guven ku ev 94 rojin di greva birçîbûnê de ye û rêhevalên wê re berdewam dikin. Şermezarkirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî pêngavek da destpêkirin, çalakiyên wan ji roja 7’ê Sibatê dest pê kir û dê heta15`ê Sibatê dewam bike.

Rewşenbîrên herêmên Firat û Cizîrê di bin drûşmeya \"Karwanê Zeytûnan\" li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku xwezaya Efrînê rûxandikin dan destpêkirin.

ANHA