Bûyerên ku vê hefteyê li Bakurê Sûriyê rûdane

Bûyerên ku vê hefteyê li Bakurê Sûriyê rûdane
19 ÇILE 2019   06:46

LUEY EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEAYA

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê didome. Şervanên QSD‘ê ketin bajaroka El-Şefaayê.

Li bajarê Minbicê jî êrîşeke xwekuj pêk hat. Di encamê de 15 kes ku di nav de 4 leşkerên DYA‘yê şehîd bûn.

Însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya şaxê Rojava bi eleqeyeke mezin ji aliyê hêzên Kurdî ve hate pêşrwazîkirin.

Li aliyekî din jî Partiya Yekîtiya Demokratîk kongreyên xwe li herêm û navçeyan didomîne.