Li ser sedemên xwekuştinê û rêbazên sînordarkirinê semîner

Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriya Pêşerojê li ser diyardeya xwekuştinê û sedemên wê semînerek da. Semîner ji bo hişyarkirina civakê û ciwanan bi taybet, pêşxistina civakê û rizgarkirina wê ji van nexweşiyên xeternak hat dayîn.

26 îlon, 2024   17:40
MINBIC

Ji bo hişyarkirina civakê û rizgarkirina wê ji nexweşiyên xeternak, Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriya Pêşerojê li ser xwekuştinê û sedemên wê li hola Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê semînerek da. Di semînerê de endamên Rêveberiya Xweser a kantonê û desteyên wê, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, xet û meclisên sivîl, rûspiyên eşîran, Saziya Olî û şênî beşdar bûn.

Rêveberê Saziya Olî ya kantonê Eymen El Ebo bi nêrîna ola îsmalî li ser xwekuştinê axivî. Her wiha hevserokê Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Berkel li ser sedemên civakî yên têkildarî xwekuştinê û bandorên wê li ser civakê axivî. Bijîşk Îsa Hemadî jî li ser bandora tenduristiya derûnî û bikaranîna hişbirê li ser mirovan ku bi xwe re xwekuştinê tine axivî.

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Beşdaran diyar kir ku rewşên şer, krîza Sûriyeyê û berbelavbûna hişbirê ji sedemên sereke yên xwekuştinê ne û divê xebat li ser sînordarkirina wê pêk bên.

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir ji ajansa me re wiha axivî: "Armanc ji semînerê bilindkirina asta zanabûna civakî ye. Em ê lidarxistina mîna van semîneran bidomînin."

Îbtîsam Ebdulqadir wiha got: "Ji berk u ciwan stûnê civakê ne. Ji lew re ew di radeya yekemîn de ji aliyê hişbirê ve tên hedefgirtin. Bi wê re bingeha sereke ya civakê tê hilweşandin. Em jî girîngiyê didin tevahî beşên civakê bi taybet ciwanan ku civakê bi pêş bixin. Her wiha civakê ji van nexweşiyên xeternak rizgar bikin."

(mh)

ANHA