Zanîngehên Rojava û Kobanê: Zanist xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye

Zanîngehên Rojava û Kobanê bi daxuyaniyekî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Em bangî hemû kesayetên akademîsyen, zanîngeh û akademiyên cîhanî dikin ku li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin, xwedî helwest bin. Da ku em bizanin zanist û rewşenbîrî beriya her tiştî helwest e û xwedîderketina rûmeta mirovahiyê ye...”

Zanîngehên Rojava û Kobanê bi daxuyaniyekê  êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî bi zimanê, kurdî, erebî û inglîzî li pêşiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan rêveber, mamoste û xwendekarên zanîngehê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Em weke Zanîngehên Rojava û Kobanê raber dikin ku dîrok careke din şahidiya komployekê li ser gelên berxwedêr dike. Gelê Kurd li Rojava û Bakurê Suriyê ev 7 sal in li hember êrîşkariya çeteyên ku ji her aliyê cîhanê ve hatibûn, parastina mirovatiyê dike. Lê îro ev gelê berxwedêr di bin êrîşeke navdewletî ya rêxistinkirî de ye. Her çiqas li eniyê Komara Turk xuya dike jî lê li pişt vê hovîtiyê hêzên navdewletî hene. Van hêzên ku berxwedana gelê Kurd ya li hember Daiş’ê pîroz dikir, niha ji bo berjewendiyên xwe yên madî û qirêj, êrîşa li ser gelê Kurd erê dikin, bêdeng dimînin heta di nav de cihê xwe digrin.

Welatiyên Rusya, Emerîka, Yekîtiya Ewrupa û dewletên din bi rêxistinkirina Dewleta Turk, ji hêla Daiş’e ve hatin qetil kirin. Lê îro heman ev hêz, wek hêlîna Daiş û hemû çeteyan Dewleta Turk didin pêş û rê li ber komkujiyekê bi destên Osmaniyên nû li ser gelê Kurd ferz dikin.

Dewlet Turk û çeteyên wê yên weke DAIŞ, Cebhet el Nusra, Ehrar El Şam û hwd li kuderê li ser navê nirx û pîroziyên civakî, dîrokî û zanistî hebin, êrîş kirin; kuştin, xera kirin û talan kirin. Hemû cîhan şahidê xerabkariya bi destê Tirkiya û çeteyên wê yên li Efrîn, Tedmur, Musil, Reqa, Hesenkeyf û bi dehan cihê din e.

Em weke mamoste, xwendekar û karmendên Zanîngehên Rojava û Kobanê tevî hemû êrîşên Turkiye û çeteyên wê ev 3 sal in li pey zanist û zanyariyê kedekê didin. Lê mixabin weke hemû ked, nirx û pîroziyên me îro zanîngeh û dibistanên me jî di bin xeteriyeke mezin ya êrîşkariya vê terora dewletî û çetetiyê de ne.

Em weke Zanîngehên Rojava û Kobanê dibêjin ku zanist û zanîn beriya her tiştî nirx û pîroziyên civakî ne, exlaq e û helwesta bi rûmet e. Em ê li van nirxên xwe xwedî derkevin û heta dawî li ber xwe bidin. Di heman demê de em bangî hemû kesayetên akademîsyen, zanîngeh û akademiyên cîhanî dikin ku li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin, xwedî helwest bin. Da ku em bizanin zanist û rewşenbîrî beriya her tiştî helwest e û xwedîderketina rûmeta mirovahiyê ye...

Bijî Berxwedana Rojava/Bakur û Rojhilatê Suriyê

Bimre komplogerî”

(bm)

ANHA


Mijarên Din