ˈEm di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe de bi îsrar inˋ

Xelkê bajarê Girkê Legê diyar kir ku ew ji bo şikandina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîn û berxwedanê dewam dikin.

ˈEm di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe de bi îsrar inˋ
3 mijdar, 2024   03:10
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Der barê serdana dawî de ku biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’ê Cotmehê de bi Rêber Abdullah Ocalan re kiribû, şêniyên bajarê Girkê Legê kêfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê re anîn ziman. Welatiya bi navê Xebat Sefo got: "Em pir kêfxweş in ku ev hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin. Lê divê, ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, em têkoşîna bilindtir bikin."

Welatî Mihemed El Hesawî jî pergala êşkence û qirkirina bênavber a li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê li gorî fikir û felsefeya Rêbertî kir ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.

Welatî Şewafe Adem jî got: "Piştî 44 mehan ji tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dagirkeriya Tirk ve û bilindkirina têkoşînê ji hêla tevahî gelan ve, xizmên Rêbertî karî serdana wî bikin û peyama wî ragihînin."

Şewafe wiha domand: "Em ê heta pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe asta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin."

Her wiha welatî Şadiya Omer jî got: "Piştî peyama Rêber Abdullah Ocalan daye, divê em bi şev û roj bixebitin, li qadan bin û têkoşînê hê zêdetir bikin ku pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî ppêk bînin."

(fr)

ANHA